Berdevk li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê li hev nakin
Kurdistan 07:38 PM - 2023-08-22
PUKMEDIA
Logoya Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Bandora her du aliyên cuda yên di nava PDK’ê de ,li berdevkên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xuya dike, ku yek ji wan geşbîn e li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û ya din jî reşbîn û teşwîqkar e li hember Bexdayê ku bêdeng nemînin, ku ew du alî di nav PDKê de ne û di siyaseta wê ya li ser her pirsekê de jî xuya dibe.
Iraq ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê kar nakeBerdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab di kongreyeke rojnamevanî de ragihand. "Em nabînin ku hikûmeta navendî li dijî herêmê ye û ji bo lawazkirina pozîsyona herêmê dixebite. Eger wisa bibe jî, em ê bi awayekî asayî tevbigerin, ji ber ku siyaset bi xwe nakokî ye û her du alî jî hewl didin xwe xurt bikin.”
Her wiha got:"Serokwezîrê Iraqê nêrîneke baş û cidî li ser rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê heye, mijara sereke bûdce, mûçe û mafên darayî yên herêmê ye, ji ber wê jî hê zû ye ku em bêjin yasaya bûdceyê nehatiye cîbicîkirin yan jî dê astengî li pêşiya cîbicîkirina wê bên danîn.’’
Berdevkê hikûmetê: Iraq bûye metirsî li ser Herêma KurdistanêBerdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî got: “Metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye û divê alî li dijî Iraqê bibin yek, ew pereyê ku Bexda ji fermanberên Herêma Kurdistanê re dişîne têra darayiya herêmê nake, têra mûçe nake, tê pêşbînîkirin ku rewş bi vî rengî berdewam nebe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê bêdeng nemîne.’’
Got jî: “Daxwazên Bexdayê weke hincetekê xuya dikin,ne weke ku hewldanek ji bo lihevkirinekê be û geşbîniya me li hember Bexdayê hebû wisa derneçû.’’
Ev hemû di demekê de ye ku hejmarek wezîr, berpirsên hikûmetê û heta berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî didin rewşê û bi dilgiraniyê li hikûmetê dinêrin lê Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê rewş asayî bi nav kir û got: “Di cîbicîkirina yasaya bûdceyê de ji aliyê Bexdayê ve û mafên darayî yên herêmê de ti pirsgirêk nîne.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19