Serokkomar pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dike

Kurdistan 06:53 PM - 2023-08-22
Serokkomar û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Buroya Ragihandinê ya Serokomariyê

Serokkomar û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge

Pêşmerge Serokkomarê Êraqê

Serokkomarê Iraqê Dr .Letîf Cemal Reşîd  îro Sêşemê li Koşka Bexdayê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sidîq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê nirxandin û tekezî li ser berdewamiya rahênan û amadekariyan ji bo bilindkirina şiyanên şer ên hêzên Pêşmerge û hemû hêzên ewlehiyê kirin.
Serokkomar tekezî li ser hemahengî û kiryara hevbeş ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê kir bi awayekî ku serweriya Iraqê biparêze û di warên din de ji bo welatiyan bextewarî û geşepêdanê bidest bixe.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan planên rahênanan nirxandin û kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Serokkomar re nîşan da û tekez li ser giringiya rênimayiyên hêja yên cenabê wî ji bo parastina destkeftên ewlehiyê û pêkanîna aramiyê li welat kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket