Qubad Talebanî bi Cîgirê Yekem ê Serokê Encumena Urdinê re civiya
Kurdistan 07:52 PM - 2023-08-03Qubad û cîgirê yekem yê serokê encumena nûnerên Urdinê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Ehmed Xelayla cîgirê yekem yê serokê encumena nûnerên Urdinê û şanda yawerî kir. Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û rewşa ewlekarî ya deverê û çawaniya bihêztir kirina peywendiyên di navbera her du aliyan hate gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja pêncşemê 03.07.2023 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Daban Şedala Cîgirê serokê Fermangeha Peywendiyên Derve hat lidarxistin, Qubad Talebanî behsa peywendiyên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê kir û ragihand ku Hikûmet Herêmê pêşwazî li xurtkirina pêwendiyan dike bi taybetî Wî tekezî li ser hemahengiya zêdetir di şerê li dijî terorê de kir.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de hate gotin ku pêwîste peywendiyên dostane û bihêz yên ku ji aliyê Serok Mam Celal û Şah Ebdullahê Duyem ve hatine avakirin berdewam bin. Got jî, pêwîste peywendiyên di warê geştyarî, çandinî, perwerde û tendirustiyê de zêdetir bên pêşxistin.
Şanda mêhvan amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da û silavên Şah Ebdullahê Duyem gihandin Cîgirê Serokwezîr û bi fermî vexwend serdana Urdinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20