Washington pêşwaziyê li rêkeftina YNK, PDK li ser çend mijaran dike
Kurdistan 11:35 AM - 2023-07-31Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê
Amerîka
pêşwazî li rêkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê
di civîna duh Yekşemê 30.07.2023ê de li ser çend mijarên bilez kir.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê di
twîteke xwe ya li ser Twitterê de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye şopandin
ragihand: “Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pêşwaziyê li rêkeftina Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya derbarê lidarxistina
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û yekgirtin û birêxistinkirina Hêzên
Pêşmerge dike.”
Konsulxaneyê di twîteke xwe de wiha
got: "Em li benda pêşkeftinên zêdetirin derbarê dozen mayî di hevdîtinên
piştre yên di navbera her du aliyan de ku di berjewendiya gelê Kurdistana Êraqê
de bin.
Şandên polîtburoyên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê duh yekşemî li Debaşan
bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan.
Di civînê de daxuyaniyeke hevbeş
hate dayîn û têde lihevkirina her du aliyan li ser van xalan hate ragihandin:
1- Her du alî piştgirî didin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî şêwirîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kiriye.
2- Ji bo xizmetkirina zêdetir ji bo girseyên gelê Kurdistanê di hemû waran de, astengî û cudahiyên biçûk li aliyekî bên danîn û bi hev re ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bimeşin.
3- Me biryar da ku proseya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge berdewam bikin.
4- Her du aliyan biryar dan ku piştgiriya rêkeftinên pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
5- Ji bo nêzîkkirina nêrînan, rûbirûbûna kêşeyan û kontrolkirina astengan, me biryar da ku civînên xwe yên dualî berdewam bikin û bi ruhekî Kurdistanî û niştimanî bi hemû aliyan re hemahengiyê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20