Mûçê meha Tîrmehê dê li gorî qanûna bûdceyê were veqetandin
Kurdistan 04:36 PM - 2023-06-26Bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê
Piştî belavkirina yasaya bûdceya Êraqê di rojnameya Weqiyê de, pişka herêmê ku mehane digihê 1 trîlyon û 250 milyar dînar, dê bo herêmê bê şandin, bi hewldanên YNKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye giringiyê bide mûçeyan di vê derbarê de, endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê got: ‘’Piştî cîbicîkirina yasaya bûdceyê dê Êraq rûyekî geş û avadankirinê bibîne.’’
YNKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye giringiyê bide mûçeyan
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Qanûna bûdceyê pêngaveke dawî ye, ku tê de rênimayiyên Wezareta Darayî û Plandanînê dihewîne û li gorî qanûnê, hikûmeta Êraqê mehane dê nêzîkî 1.25 trîlyon dînar weke pişka xwe ji Herêma Kurdistanê re bişîne ji bo vê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye giringiyê bide mûçeyan.’’
"Di çend rojên dahatû de prosedurên yasaya bûdceyê bi dawî dibin û yasa cîbicî dibe, ku bê guman em dikarin bêjin di demeke nêzîk de emê rûyekî din ê Êraqê bibînin ku tê de pêşkeftin, avadankirin û xizmetguzarî tê pesendkirin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev yekem car e di dîroka Êraqê de ku ev yasaya bûdceyê ya 3 sal a bi vî rengî tê pesind kirin." Dr. Narmin Merûf got.
Pişka herêmê salane 15 trîlyon dînar û mehane jî 1 trîlyon û 250 dînar e
Endamê komîteya darayî jî got: “Di rojên pêş de bo yekem car hikûmeta Êraqê mûçeyên meha Tîrmehê li gorî yasaya bûdceyê dabeş dike, ku helbet pişka herêmê hîn jî li gorî yasayê ye û her meh di dema xwe de tê bo Heremê, her çend di heyama çend mehên derbasbûyî de 1.6 tirilyon dînar bo herêmê hatiye, lê ew pere ne deyn e û dê heta dawiya salê biçe.’’
Ji bo bûdceya sala 2023’an pêwîstiya Êraqê bi 134 trîlyon , 552 milyar û 919 milyon dînar heye ku pişka herêmê salane 15 trîlyon dînar û mehane jî 1 trîlyon û 250 dînar e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20