Fehmî Burhan tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya Kurdistanî bo çareserkirina pirsgirêkan dike
Kurdistan 12:18 PM - 2023-06-22
PUKMEDIA
Serokê Desteya navçeyên Kurdistanî
Serokê Desteya Kurdistanî li dervayî Herêma Kurdistanê li
ser pêwîstiya yekrêziya aliyên kurdistanî derbarê dosyaya navçeyîn nekok pişt
rast kir.
Berpirsî desteyê Fehmî Burhan di daxuyaniyeke taybet de ji
PUKMEDIA re ragihand ku: Piştî aktîvkirina lijneya madeya 140, biryareke girîng
ji aliyê Serokê Lijneyê ve ji Wezareta Çandiniyê ya Federal re hat dayîn.
biryara betalkirina girêbestên çandiniyê yên rejîma Baas a hilweşiyayî yên
derbarê destdanîna ser zeviyên çandiniyê ji bo Kurdan û dayîna wê ji bo Erebên
hatin, gelekî girîng e.
Got jî: ev biryar gelek giringe û gaveke erênî ye û em
hêvîdar in ku dê bibe alîkar bo çareser kirina kêşeya zeviyên çandiniyê bo hemû
pêkhateyan.
Kampînên mezin ên ErebkirinêFehmî Burhan dibêje: Qebareya erebkirinê li navçeyên nakok wek Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Deşta Nînewa, Xurmato, Dobz, Mendelî, Bedre û Cesanê gelek mezin bû.
Got jî: Me wek desteya navçeyên Herêmên Kurdistanî nameyek ji serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê re şand û daxwaz kir ku odeyek operasyonên hevbeş bi beşdarbûna serokên hemû fireksiyonên Kurdistanî li Bexdadê bê avakirin û herweha nûnerên kurdan di Komîteya maddeya 140ê de nêrîneke hevbeş ji bo rûbirûbûna hemû pêşhatan amade bikin û cîbicîkirina vê biryara ku ji aliyê Serokê Komîteya maddeya 140 ve hatiye dayîn bişopînin.
Çareserkirina pirsgirêkan li gor YasaBurhan dibêje: Her dozeke girîngiya xwe heye, û girînge ku li gor yasayê em pirsgirêkan çareser bikin, pêngava parlementarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo tomarkirina dozekê li Dadgeha Federalî karekî base, gaveke girîng e û em hêvîdar in ku hemû aliyên Kurdistanî bi hişyarî û berpirsyarî tev bi vê dosyayê bibin û xetên yekgirtî diyar bikin ku li ser kar bikin û yekkirina helwesta kurdan li hember van dosyeyên netewî pir girîng e.
Nerazîbûn li hember hewldanên desteserkirina zeviyên çandiniyêNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Meclisa Nûneran de Dîlan Xefûr di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Me li gel cîgirê berê Yûsif Mihemed derbarê pirsgirêka zeviyên çandiniyê li sînorên parêzgeha Kerkûkê de doz li Dadgeha Federalî vekir.
Wê got jî: Çend sal in cotkarên Kurd û Tirkmen tûşî vê kêşeyê bûne û me daxwaz ji Dadgeha Federalî kir ku biryarên berê yên rêjîma Baas a hilweşiyayî rawestîne.
Em dixebitin ku pirsgirêk li gorî qanûnê çareser bikinNûner Dîlan Xefûr dibêje: Em dê bi rêya dezgeha dadwerî kar ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê bikin û li hember hewlên ne yasayî yên li dijî cotkarên Kurd û Tirkmen di nav sînorên parêzgeha Kerkûkê de bisekinin. Û wê got jî: Me kêşeya cotkarên kurd û tirkmen anîn Dadgeha Federalî, ji bo ku rê nedin hatinên ereb ku destdirêjî li ser erdên wan li parêzgeha Kerkûkê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19