Pêşxistina peywendiyên navbera zanîngehên Êraq û Îtalyayê

Êraq 12:52 AM - 2023-06-14
Xanima Yekem serdana Zanîngeha UNINETTUNO dike Medya Serokatiya Komarê

Xanima Yekem serdana Zanîngeha UNINETTUNO dike

Xanima Yekê ya Êraqê Serokkomarê Êraqê

Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed serdana zanîngeha Onenetono kir û ji aliyê Profesor Mara Amanta Seroka Zanîngehê û endamên Desteya Îdareya Zanîngehê ve hate pêşwazîkirin. 
Li hevdîtinê de xanima yekem tekez li ser pêşxistina peywendiyên zanistî, çandî û akademî di navbera zanîngehên Êraq û Îtaliyayê de û handana hevkariyê di warê lêkolînên zanistî de di navbera zanîngeh û navendên lêkolînên zanistî yên her du welatan û pêkanîna lêkolînên zanistî yên hevbeş yên ji bo berjewendiya zanîngehan kir, her wiha  rastiya perwerdehiyê ya li her du welatan, pesnê pozîsyona zexm a Zanîngeha UNINETTUNO dide.
Ji aliyê xwe ve, serokê zanîngehê tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên zanîngehên Êraqê di warên curbicur de ji bo berjewendiya her du welatan, mamoste û xwendekaran kir û amaje bi amadebûna zanîngehê ji bo vekirina şaxên xwe li Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Êraqê kir.
Xanima Yekem jî serdana Qesra Quirinale kir, ku dîroka wê vedigere sala 1573-an û wekî rûniştina havînê ya Papa Gregory XIII hatiye çêkirin.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket