Encûmena Penaberên Kurdên Rojava spasiya serok Bafil kir
Kurdistan 04:49 PM - 2023-01-11Roşîn Serêkanî û Mistefa Muslim
Encûmena Penaberên Kurdên Rojava spasiya serok Bafil Celal Talebanî kir
Ji ber alîkarî û destekdayîna serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye û Rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl spasiya helwest û hevkariyên serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî kirin ku di demên pêwîst de destek û alîkarî daye hinek ji malbatên penaberan ku dilê wan û dilê penaberan xweş kiriye û ev pêngav bi pêngaveke erênî û xweşdilî nirxandin.
Her weha parêzer Mistefa Muslim nûnerê Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye û berpirsê komîteya yasayî derbarê alîkariya serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê serok Bafil Celal Talebanî ji penaberên kurdên Rojavayê re di daxuyaniyeke taybet ji bo PUKMEDIA`yê ragihand: "Em spasê serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar Bafil Celal Talebanî dikin û em hêvîdarin ku hemû serkirde û dewlemendên kurd hewil bidin erkên xwe li hemberî penaberên kurdên Rojava bicih bikin û bi taybetî piştî ku Neteweyên Yekbûyî (UN)ê projeya xwe ya alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê ji 2019`an ve daye rawestandin".
Her weha nûnera Rêxistina Hawarê ya Civaka Sivîl Roşîn Serêkaniyê jî di heman mijarê de, daxuyaniyeke taybet ji malpera fermî ya PUKMEDIA`yê re ragihand: "Em wek rêxistina Hawrê spasiya serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar Bafil Celal Talebanî dikin û vê pêngavê bi pêngaveke gelek girîng û dîrokî dinirxînin ku di wê astê de, alîkarî û destekdayîna xelkên Rojavayê Kurdistanê dike û bi taybetî penaberên Rojavayê Kurdistan çi li Şehbayê û çi li Herêma Kurdistanê be cihê rêz û pêzanînê ye".
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Roşîn Serêkaniyê dazanîn ku ew hêvîdarin ku hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û dewlemend û karsazên kurd hewil bidin wek serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rêzdar Celal Talebanî destek û alîkariya penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û bi taybetî ên kesên nexweş û hejar ku ji ber nebûna aborî ve nikanin xwe derman bikin û hinek ji wan jiyana xwe jidest dane û hinek jî li ber mirinê ne û hinek jî dinalin û bang dikin lê alîkarî lawaze û UN jî bêdeng e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19