Serokê Komîteya Jinûveavakirinê: Sermayedarên Kurd diçin
Kurdistan 07:20 PM - 2022-12-21Parlamenterekî din ê Kurdistanê dibêje metirsiya li ser sermayedarên Hewlêrê eşkere dike û got “Gelek sermayedarên Kurd diçin Bexda û bajarên din Êraqê û Welatên derva.Parlamenterekî Kurdistanê li ser navê Gorranê got: “Karsazên Hewlêrê ji bajêr derdikevin û berê xwe didin Bexdayê bo veberhênan diçin.“Belge hene ku veberhênana li Hewlêrê ber bi Bexdayê ve diçe.
Sermayedarên Hewlêrê koç dikinSeroka Komîteya Avakirin û Veberhênanê Rêheval Mele Star rapora berê ya malpera PUKMEDIA piştrast kir û got: “Hejmarek mezin ji sermayedaran li Hewlêrê çûne Bexda û bajarên din ên Iraqê.”
“Guherandina yasaya sermayeguzariyê yek ji wan pirsgirêkan e ku sermayedar pereyên xwe ji herêmê vedikişîne ji Kurdistanê û derdixin derve ji bo vebêrhênan” Rêheval Mele Star dibêje.
Partî li Hewlêrê sermayedaran derdixePUKMEDIA bo yekem car raportek li ser metirsiya sermayeguzarî û reva sermayedaran ji paytexta Herêma Kurdistanê ber bi bajarên navend û jêr ên Êraqê ve belav kir.
Parlamenterekî Gorranê belgeyên pêwîst di vê derbarê de ji kom kirine û wê bide Parlemana Kurdistanê.
Parlamenterê Fraksiyona Gorranê ya Parlamena Kurdistanê Yasîn Xezr ku serokê lîjneya avadaniyê ye berî niha ji PUKMEDYA malpera fermî ya YNKê re gotibû ‘’Sermayedarên Kurd diçin,li ber siyaset û serdestiya desthilata partiyan li ser yasayê, karsazên Hewlêrê ji bajêr derdikevin û ji bo veberhênanê diçin Bexdayê, ku gelek mînak gel min hene.
"Veberhênerên li Hewlêrê re pere nayên dayîn û heqaret li wan tê kirin her wiha dûr niye pere jî bi zor lê warine standin. Ev jî sedemeke diyar e ku bi sedan sermayedar ji Hewlêrê derdikevin û diçin Bexdayê ji ber ku di wê baweriyê de ne ku li wir dê zêdetir bên parastin û mafên wan bên parastin." Parlamentera Kurdistanê ji fraksiyona Gorranê got.
Veberhêner li hewlekariya jiyana xwe dilniya nîninParlamenterê Fraksiyona Gorran ji PUKMEDIA re got: “Gava ku serweriya qanûnê nebe, mirov ji jiyana xwe ne bawer in. Serwerî namîne ku dema mala cîgirê serokwezîr li Hewlêrê tê dorpêçkirin, karsaz û feqîr dikarin çi bawer bikin ku bi awayekî aştiyane sermayeguzarî li Hewlêrê bikin? Ji ber vê yekê li Hewlêrê kes xwediyê tiştekî nîne.
Veberhêner pere dibine derve“Gelek belge û navên dewlemendên min hene ku reviyane Bexda û derve û bi pereyekî mezin pasaportên Domînîkî kirine.Mal û milkên xwe firotibûn û diçin, sermayedarên Hewlêrê ji jiyana xwe ne bawer in û diçin, ev rewş pêwîstî bi reformeke rasteqîne heye, ne tenê slogan û gotinê bê kirin.”perlemantarê Gorran got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20