Serok Komarê peyamên pîrozbahiyê ji UN û Birîtaniya wardigire
Êraq 05:16 PM - 2022-11-05
SerokKomarê peyamên pîrozbahiyê ji UN û Birîtaniya wardigire
Qralê Brîtanyayê pîrozbahî li Serok Komarê kir
SerokKomarê Êraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd bi helkefta bijartina wî wek serokkomar peyameke pîrozbahiyê ji cenabê Şah Çarlz III şahê Brîtanya Mezin û Îrlanda Bakur wergirt [Keyê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakura Îrlendayê].
Teksta peyamê ev e:
Birêz Serok..
Bi helkefta hilbijartina we wek serokomarê Êraqê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim. Têkiliya nêzîk a di navbera her du welatên me de ji bo Keyaniya Yekbûyî pir girîng e.
Hêvîdarim li ser bihêztir kirina peywendiyên dostane û piştgîriya hevkariyên bihêz yên di navbera her du welatên me de berdewam bin û hêviya serkeftinê ji cenabê we û gelê Êraqî re dixwazim.
Guterreş pîrozbahî li Serokomar kir: Ezmûn û rêbertiya we dê di avakirina dewleteke federal a demokratîk a yekbûyî de ,wê xwedî roleke diyarker be.
Rêzdar Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd bi minasebeta helbijartina xwe wekû Serokkomar ji sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterreş peyameke pîrozbahiyê wergirt û tê de bawerîya xwe anî ziman: “Ezmûna û Serkirdayetî we wê roleke diyarker bilîze di avakirina dewleteke yekgirtî ya federal a demokratîk bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Êraqê bike.”
Sekreterê Giştî yê NY amaje bi wê yekê jî kir ku: "Damezrandina bilez hikûmeteke bibandor bi hemû desthilata xwe û bikaribe bersiva daxwazên rewa bi rêya reformên siyasî, aborî û civakî bide, ji bo avakirina paşerojeke baştir ji bo gelê Êraqê, di nav de jin û ciwanan."
Guterreş tekezî li ser wê yekê kir ku Êraq wek yek ji welatên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî hevkariyeke berfereh û demdirêj ligel Netewên Yekgirtî heye û got: "Ez careke din ji we dilniya dikim ku pabendbûna xwe bi berdewamiya hevkarîkirina ligel Hikûmeta Êraqê re piştrast dikim bi cenabê we re."
Di dawiya peyama xwe de, Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku: "Hûn dikarin pişta xwe bidin ser berdewamiya piştevaniya ku ji aliyê nûneratiya Netewên Yekgirtî bo Êraqê (UNAMI) li gor erkê ku ji aliyê Encûmena Asayîşê ve hatiye spartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20