Serokkomar çend hevdîtinên girîng pêk tîne
Êraq 07:01 PM - 2022-10-27serokkomar
Serokomarê Êraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd li bi wezîr û balyoz û berpirsên din re civiya û rewşa Êraq û pêşhatên siyasî û karên hikûmeta nû gotûbêj kirin.
Serok balkişand ser rola yasadanîn û çavdêriya parlamentoyê û cîbicîkirina xwestekên welatiyan. Serok Dr. Letîf Cemal Reşîd tekezî li ser giringiya rola endamên civata nûneran di derxistina yasayên pêwîst ji bo asankirina karê dewletê û dabînkirina pêdawîstiyan û jiyaneke guncaw ji bo welatiyan kir.
Serokkomar îro Pêncşemî li Koşka Selam a Bexdayê di civînekê de li gel birêz Mistefa Senad endamê civata nûneran ev agahî da Serok bal kişande ser giringiya rola çavdêriyê ya civata nûneran û tekez li ser pêwîstiya zêdetir hewldan û hemahengiya desthilatan kir ji bo pêşxistina rol û karê aliyên peywendîdar ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bo welatiyan.
Di destpêka hevdîtinê de Serok spasiya pîrozbahî û gotinên Mistefa Senad endamê civata nûneran bi boneya helbijartina wî bo postê Serokatî kir,Serok pêşwaziya Balyozê Kanadayê dike û pesna rola welat di proseya paqijkirina mayînan de dide. Serok Dr.Letîf Cemal Reşîd di hevdîtinê de li gel Balyoz pîrozbahiyên Hikûmeta Kanadayê ji bo destbikarbûna wî weke Serokkomar wargirt. Serok ji bo pîrozbahî Balyoz spasî kir û balkişand li ser berfirekirina asoya hevkariyê digel Kanadayê û pêşdebirina asta peywendiyên dualî bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên bilind ên her du welatan û gelên dost de be. Serok amaje bi rola çalak a Kanadayê di piroseya paqijkirina mayinan de li hemû navçeyên Êraqê bi taybetî li Herêma Kurdistanê kir û got ku paqijkirina welatê xwe ji mayînan erkekî mirovî ye û ji bo dabînkirina jîngeheke paqij û ewle ji bo geşepêdana aborî û jiyana civakî ye.
Her li vê hevdîtinê de Serokkomar hewlên welatê dost Kanadayê di vî warî de bilind nirxand, bi awayekî ku bandoreke erênî li ser jiyan û tenduristiya welatiyan bike û jîngehê ji binpêkirin û wêrankirinê biparêze.
Serokkomar bi boneya Cejna Netewî ya welatê xwe pîrozbahî li Serokê Awusturya dike Teksta peyamê ev e: Birêz Serokê wî Alexander van der Bellen, Serokê Komara Federal a Avusturya Bi minasebeta hatina roja netewî ya welatê dost, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya silametî û serkeftinê ji we re dixwazim.
Em hêvîdar in ku ev helkeft bibe derfetek ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî di navbera her du welatan de di warên curbicur de ku xizmeta berjewendiyên bilind ên hevpar ên her du welatan û gelên me yên dost dike. bi rêzên min ên bêdawî. Dr Letîf Cemal Reşîd Serokkomarê Êraqê.
Serokkomar: Pêkanîna hikûmetê ji bo derbaskirina qeyranane
Rêzdar Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd tekez kir ku pêkanîna hikûmeta nû gaveke bingehîne bo derbaskirina qeyranan û pêwîste piştevanî ji bo cîbicîkirina daxwaziyên Êraqiyan were kirin.
Doh Înê Serokê Mekteba Siyasî ya Partiya Parêzvanên Îslamê rêxistina Êraqî birêz Xudêr Xuzayî li Koşka Aşitiyê ya li Bexdayê, hatin pêşwazî kirin di hêla Serokkomar ve . Evdilletîf Cemal Reşîd bi helkefta helbijartina wî wek serok komarê û wergirtina erkên xwe, pîrozbahî qebûl kir.
Serok spasî û pêzanînên xwe ji birêz Xudir El-Xûzeyî kir ji bo hestên wî yên xweş derbirî û amaje bi wê yekê kir ku rewşa niha pêwîstî bi bihêzkirina yekrêziya niştimanî, derbaskirina pirsgirêkan ,xebata ji bo bihêzkirina aramiyê li welat û parastina asayîşa welatiyan heye.
Serokkomar pîrozbahî ji Serokê Fînlandiya wergirt
Rêzdar Serokê Komarê Dr. Abdul Letîf Cemal Reşîd, bi helkefta helbijartina wî wek Serok Komarê Êraqê, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Komara Fînlandiyayê Sauli Niinistö wergirt.
Serokê Fînlandiyayê di têlêgrama xwe de pîrozbahî li Serok Komarê kir û hêviya serkeftinê di karê wî de xwest.
Serokkomar Sauli Niinisto amaje bi peywendiyên dostaniya dualî yên demdirêj ên di navbera Komara Êraqê û Fînlandiyayê de kir û xwest ku ew peywendiyên dualî ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelên her du welatên dost biparêzin û pêşve bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19