Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
Rêportaj 05:44 PM - 2021-01-11.
Şehabê ser çiyan bi çek û hêza xwe ya laşî parêzvanê doza giran û jiyan bû, bi pênûs û hizra xwe fedekarê parastina gotina azad û mafdar û xemxwerê doza rewa bû.
Di dîroka gelê kurd û Kurdistanê de herdem kesayetiyên mêrxwes û jêhatî û bê wêne jib o parstina rastiya doza rewa a gelê kurd û Kurdistanê derketine ku bûne mûma azadî û serfiraziyê û xwe kirine bi fedayê riya azadiya gelê xwe û dara azadiya doza rewa ya kurd û Kurdistanê bi xwîna xwe dane avdan.
Di dîrokê de pir caran kesayetiyên ne rast û xayîn jî derketine û ziyanên pir mezin û bê wêne gihandina doza gelê kurd û tevilheviyên mezin û wêranker dane çêkirin.
Li her çar parçeyên Kurdistanê kesên xemxwerê doza rewa yê gelê xwe bûne, bi hemû awayî xwe dane pêş û jiyana xwe jib o parastina doze pir erzan û xistine metirsiyan tako ew rê bê parastin.
Li gorî rastiya mirovên çalakvan û berhemdar û jêhat û naskirî, yek ji wan kesan pêşmerge û rojnamvanê navdar û naskirî yê kurd kak (Şehab Osman) e ku tevahiya jiyana xwe ji bo parastina doza rewa ya gelê kurd û gotina azad terxan kiriye û hem bi çek û hem bi pênûsa xwe û deng û liva xwe bi dehan salan dirêjpêderê xebata netewî û nîştimanî ya gelê kurd û Kurdistanê bû.
Wek tê zanîn ku nemir û rewaşad Şehab Osman erkên xwe yên netewî û kurdperwerî û mirovdostî û jiyanî li hemberê dîrok û doza gelê kurd û Kurdistanê pêkanî û ew bi wîjdanê rihet derbasî deriyê dunyaya dawî bû ku êdî wê giyan û rewana wî şad û kemeran be.
Ji ber ku wî hem di ciwantiya xwe de, bi çek û hêza laşê xwe liva xwe tev xiste xismeta riya rizgariya doza gelê kurd û di jiyana çiyan de dirêjpêder bû heya derbasbûna ji jiyana bajar û gundwarên Kurdistan û heya gihîştin bi welatên Ewropayê û dirêjpêderî bi tekoşîn û xebata rojnamegerî û nivsên û lêkolîn û karên pir hêja ku di heman demê de, hem peyamnêrê PUKmedia, hem peyamnêr radyoya Dengê Gelî Kurdistan û endamê kara yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistasnê bû ye.
Bi vê rengî, mirov dikane bibêje ku kakê Şehab tevahiya jiyana xwe xistiye xizmeta doza gelê kurd û Kurdistanê û ti carî dûrketin ji erkên li ser milên xwe nekirî parê xwe, bi berevajayî wê yekê, herdem xwe daye pêş û xwedî li erkên xwe ên ku li ser milêm wî derketiye û hem di serdema çiyan û hem di serdema bajar û bajarvaniyê de ku tekoşçna çekdarî heya ya demokrasî û sivîlî her xwedî rol û helwest bû ye.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19