Sûriye di navbera hilweşîna aborî û têkçûna siyasî de
Nêrîn 12:09 PM - 2023-08-30
Piştî salên şerê navxweyî li Sûriyê, aboriya welat têk çû, bi
taybet di vê dawiyê de bi sedema cudabûna tam di navbera navçeyên rêveberiya
xweser û deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de, ku berê hemahengiya aborî ya
baş di navbera wan de hebû, lê serhişkiya Şamê para welat ji dahata navçeyên
xweser kêm kir ji ber berteka rêveberiya xweser a li hember plan û xeyalên Şamê
yên ji bo vegerandina kontrola van herêman.
Raporên meydanî amaje bi wê yekê dikin ku rewşa nebaş a
jiyanê û siyasetên xirab ên hikûmeta Şamê hêrsa xelkê zêde kiriye ku ev yek di
van rojên dawî de di nav welatiyên Sûriyê bi giştî de diyar bû, di vê derbarê
de rojnameya El-Exbar a Libnanî, behsa rewşa nebaş a jiyanê û aborî ya xelkê
kir.
Aborînas dibêjin, dibe ku Sûriye bikeve nav krîzeke nû, bi
taybetî ku lîreya sûrî ev du meh in dadikeve, lê hikûmeta Sûriyê red dike ku
dev ji pirojeya xwe ya bilindkirina nirxê petrolê û benzînê berde berdêla
zêdekirina mûçeyên karmend û xanenişînan bo %100.
Ev jî metirsiya tedbîrên dawî yên hikûmetê zêde dike û
bandoreke neyînî li ser rewşa aborî û debara malbatên Sûriyê nîşan dide ku ji
aliyê civakî û tenduristiyê ve westiyayî Di demekê de ye ku Rêjîmê ti
destpêşxeriyek ji bo sivikkirina barê rewşa aborî li ser welatiyên welat
negirtiye.
Tevî siyaseta
"nezelaliyê" ya di navbera Şam û rêveberiya xweser de û paşeroja ne
diyar a di navbera wan de. Lê asayîkirina rewşa navxweyî dê di warê aborî de
barekî giran ji ser Şamê rake, herwiha dê gelek hewlên siyasî li ser rêveberiya
xweser vegereji bo
danûstandineke çaverêkirî, piştî gelek hevdîtinên têkçûyî yên di navbera her du
aliyan de.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19