Serokê Herêma Kurdistanê ligel PYD`ê û El-Partî civînên cuda lidarxistin

kurdistani 08:18 PM - 2013-07-09
civînên Serokê Herêmê PYD`ê û El-Partî

civînên Serokê Herêmê PYD`ê û El-Partî

Îro sêşemê 9 / 7/ 2013`e,  li Selahedînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel heyetên ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê û Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî ) di derbarê reşwa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de hevdîtinên cuda li darxistin.
Heyeta Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê  di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê  Mesûd Berzanî nirînên xwe yên di derbarê kêşe û peywendiyên di navbera Partî û aliyên Siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de anî ziman.
Her wiha di civînekî din de serokê Herêma Kurdistanê li gel Partiya Demokrata  Kurd li Sûriyê (El-Partî) Civiya û rewşa Rojava û Sûriyê ligel berpirsên  El-Patî gutebêj kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku her çend di hizir û ramanan de cudatî di navbera partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de hebin jî,  lê belê pêwîste tevahiya partî û alî li ser xalên hevbeş û prensîb û steratîjiyeteke dest nîşankirî lihev bikin û got: Bo parastina destkeftên heyî yên li Rojavayê Kurdistanê  dibe alî  hevûdu qebûl bikin û rêzê lihev bigrin.
PUKmedia / KTV/

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket