PKK`ê qonaxa paşvekişînê destpê kir
kurdistani 02:56 PM - 2013-05-13
PKK`ê qonaxa paşvekişînê destpê kir
Piştî peyama rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan a di newroza Amedê de hate xwendin û têde destpêkirina qonaxek nû ragihand ku ev qonax wê bi awayekî aştiyane û bê çek ş bi siyasî pêşve biçe. Her weha Ocalan di peyama xwe de teqez li wê yekê kir ku PKK`ê ji niha û pêve dest bi qonaxa bi bê çek têkşîna xwe domkirin destpê dike.
Her weha Ocalan di peyama xwe de daxwaza vekişîna hêzên gerîlayên PKK`ê ji axa Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê dike û bang li gel dike ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve.
Ev peyama Abdulah Ocalan ji aliyê gelê Kurd yê her çar perçeyên kurdistanê û gelek welatên rojhilata navîn tevî emerîka û Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê ve hate pêşwazî kirin.
Di 23/3/2013``an, konseya KCK`ê jî bi beyannamekê pabendibûna xwe bi pêvajoya ku ji aliyê rêberê wan di newrozê de hate ragihandin de anîn ziman.
Her weha piştî çend hevdîtinên şanda parlemanterên BDP`ê bo serdana Serokê PKK`ê li Îmraliyê Abdulah Ocalan ev qonax roj bi roj zelal bû, her weha dest bi gava yekemîn hate kirin.
Di 25/4/2013`an serokê konseya rêvebir a KCKê Murad Karayilan bi amadebûna sedan rojnamevanên cîhanî û Tirkî û yên Herêma Kurdistanê û yên Erebî biryara paşvekişîna hêzên HPG`ê di 8`ê gulanê de ragihand.
Her weha di heyva gulanê de jî ev qonaxa paşevkişînê tê şopandin.
KCK: Dê vekişîn 8'ê gulanê destpê bike
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya ku cîhan hemû li bendê bû de biryara vekişandina gêrîlayan da û vekişandin dê 8’ê gulanê dest pê bike.
KCK’ê di derbarê biryara vekişandina gêrîlayên HPG’ê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê bi sedan rojnamegerên herêmê û biyanî ve tê şopandin. Daxuyanî ji aliyê Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan, Endama Dîwana Kongra Gel Hacer Zagros û Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zekî Şengal ve hate dayîn.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li pêşberê rojnamevanên ji gelek deverên cûda yên cîhanê hatibûn da. Karayilan ji ber navê Ocalan xist lîsteya 100 kesên bi bandor ên di cîhanê de dilxweşiya xwe ya ji bo kovara Time anî ziman û ji ber nasandina Ocalan malavahiya rêberê Sinn Fein Garry Adams kir.
KCK’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, “Ev pêvajoya ku heyî û pêngava vekişandinê ya ji aliyê me ve hatî destpêkirin, di çarçoveya hewildanên Îmraliyê de çêdibin. Bi serkeftina vê gavê dê gavên du alî jî bêne avêtin.
KCK’ê di daxuyaniya çapemeniya ku eleqeyek mezin jêre hatî dayîn de destnîşan kir ku, dê pêngava vekiişandina gêrîlayên HPG’ê ji Tirkiye û bakûrê Kurdistanê re dawî li gûmanên ku li ser pêvajoyê heyî bîne. Û hate diyarkirin ku, dê meha Gulanê de gêrîla xwe vekişînin başûre Kurdistanê, di heman demê de hişyar kir ku, di vê vekişandinê de her êrîşk ya artêşa tirk tê wateya rawestandina pêvajoya vekişînê.
Îro di demjimêr 14.20’ê herêmî li binarê Qendîl daxuyaniya çapemeniya ya KCK’ê ku ji aliyê hêjmareke qelebalix ya çapemeniyên herêmî û biyanî şopand bêhtirî sedû pêncî rojnamegeran şopand. Di daxuyaniya ku Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan, Endama Dîwana Kongra Gel Hacer Zagros, Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Zekî Şengalî daxuyaniyên girîng dan û destpêka vekişîna hêza gêrîla û gavên bingehîn yên pêvajoyê aşkera kir.
VEKIŞÎN ENCAMÊN DANÛSTANDINÊN ÎMRALIYÊ NE
Di daxuyaniyê de detayên pêvajoyê û bicih anîna pêngavên pêwîst yên pêvajoyê bidaxuyaniyek nivîskî ji rojnamevanan re hatin dayîn, her wiha di derbarê pêvajoyê de Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan agahiyên bêhtir dan. Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin:“ Rêberê me encamên rûniştin û muzakereyên bi dewleta Tirk re bi navbeynkariya heyeta BDP’ê du nameyên cûda ku têde encam û dîtinên xwe gihandine destê me, KCK’ê jî bi tevayî rêxistinên xwe ve girêdanbûna xwe ya bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da ye. Rêber Apo di nameya xwe ya sêyemîn de ku 14’ê Nîsanê ji me re şandî biryara dîrokî ya vekişandina gêrîlayên HPG’ê ji me re şand. Di vê peyamê de bang li KCK’ê kiriye, Rêveberiya me jî yekdengî evbangawaziya Ocalan weke perspektîv-ferman qebûl kiriye biryara bicih anîna pêdiviyên vê daye.”
KCK’ê di berdwama daxuyaniyê de bibîrxist ku, 23’ê Adarê agirbest îlan kirine û her wiha bê dudilî, bibiryarek û bi îradeyekî hevbeş pêdiviyên vê bangawaziya vekişandina gêrîlayan bo dervey sînor bicih tîne.
GÊRÎLA DÊ BÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dê başûrê kUrdistanê bibe vehesîna gêrîla û got: “ di serî de Hikumeta herêma Kurdistanê û bi giştî hêviyên me ji hemû aliyan peywendî dar ewe ku bi rengek erênî pêwazî ji mayîna hêzên me bi fermî li başûrê Kurdistanê bikin.”
HER ÊRÎŞEK ARTÊŞA TIRK TÊ WATEYA RAWESTANDINA VEKIŞÎNÊ
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li dewlet û hikumeta Tirk kir ku, bi pêdiviyên pêngava vekişandina gêrîlayan girêdayî be û got: “Di proseya vekişînê de artêşa Tirk jî di heman hişyarî û ciddiyetê de tevbigere, eger di dema vekişanê de her cure êrîş,operasyon, bombebaran li dijî hêzên me pêkbên di wê demê de pêngava vekişînê dê raweste. Hêzên me jî li ser esasê parastina rewa dê mafê bersivdayînê bikar bînin. Dema hêzên gêrîla vedikişin, di heman astê de pêwîste hêzên dewleta Tirk jî rênede tevgerên xapînok. Pêwîste destûrê nedin yên li firsend û tevgerên bibin sedema şer û pevçûna, ji bo wê jî divê tiştên ku me binameyan ji Rêbertiyê re gotibû û dewlet jî jê haydare esas werin girtin.”
HEYETEK SERBIXWE DÊ ÇAVDÊRIYA PÊVAJOYÊ BIKE
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, çavdêriya vê pêvajoyê ji aliyê heyetek serbixwe, ji bo li ser şaşî û hemû tengasiyên ku rû bidin bisekine, aramî û meşandina pêvajoyê biparêze weke derfetek girîng nirxand. KCK’ê di vê mijarê de got; “Em weke tevgera azadî ku li ser bangawaziya Rêbertiyê di Newrozê de hatiye destpêkirin, ji bo çareseriya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û ji bo dawî lê anîna pêvajoya şer û pevçûnan ya di Rojhilata Navîn û Asya Navîn. Ev pêvajo pêvajoyekî nûye ku pirsgirêkan nebirêya çek û şer, birêya siyaset û diyalog têde tê çareser kirine. Di vê pêvajoya ku em têde ne gelê herêmê ji şer û pevçûnan westiyane, çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê wekhevî û azadî xwe disepîne. Gelê Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi qasî nan û av pêwîstiya wan bi wekhevî, aştî û dawî lê anîna şer û pevçûnan heye.”
PÊWÎSTE LI HEWLÊR PLATFORMEK NETEWÎ ÇÊBIBE
Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê gavek din ya girîng anî ziman û ew jî pêvajoya çêkirin û qayîmkirina yeketiya netewiya Kurde. Di vê derbarê de jî got; “Di vê pêvajoyek wiha ku di Rojhilata Navîn û welatê me de guhertinên girîng û jiyanî rûdidin, em bang li hemû rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku jib o yeketiya Netewî û aştî çêbibe, platformek netewî (konferansa yeketî, hevgirtin û aştiya Kurd) li hev bicivin.”
Serokatiya Konseya KCK’ê ji bo ku li pêşiya vê pêvajoyê astengî çênekin, bi serkeftî bidawî were û bi encam bibe çend xalên girîng destnîşan kirin û ev xal evin:
1-Hêzên gêrîla bêy ku rêbidin pevçûn çêbibin, rêyên ku beriya vê hatine şixulandin di nava dîsîplîn û duzenê de dest bi vekişînê dikin.
2- Vekişîn dê di çarçoveya amadekariyan de 8’ê Gulanê dê ddestpê bike, dê kom bi kom û gav bi gav veşartî bê kirin.
3-Piştî vekişînê gêrîlayên HPG’ê dêbên Başûrê Kurdistanê, ji boy wê ji hikumeta Herêma Kurdistanê tê xwestin ku bi awayek fermî li gel gêrîlayên me tevbigerin.
4-Dema vekişînê de her êrîşek, topbaran, operasyon û pevçûnek ji aliyê artêşa tirk rû bide ev pêngava vekişînê dê bê rawestandin û dê gêrîla di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe bike û bersiva êrîşa bide.
5-Di dema vekişînê de divê herdu alî bi hîstiyarî tevbigerin û hewildanên dijberî nekin û destûra provokasyonan nedin. Her wiha dewleta Tirk jî di çarçoveya peyama ku Serok Apo di nameyên xwe de ragihandiye û dewleta Tirk dizane tevger bike.
6- Ev pêvajo dê ji aliyê heyetek bê alî û serbixwe dê were şopandin, hem başî û xirabiyên wan bişopîne û ji bo ev pêvajo bi awayek serkeftî bi encam bibe dê bişopîne.
Karayilan anî ziman ku piştî dewra çekan ji holê rabû divê siyaset têkeve meriyetê û wiha berdewam kir: "Em wekî tevgera azadiyê bi pêngava banga Rêber Apo ya di Newrozê de kir, dest bi pêvajoyek nû kir. Em dixwazin bi vê bangê ne tenê pirsgireka kurdên Tirkiyeyê, em dixwazin pirsgirêka hemû kurdên çar perçeyan û aştiya hemû Rojhilata navîn pêş bikeve. Em dixwazin pirsgirêk ne bi riya çekan, bi riya siyaseta demokratîk û diyalogê pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de êdî gel şer naxwaze û aştiyê dixwaze. Êdî gelê Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi qasî av û xwarinê mohtacê aştiyê ye."
Karayiyan, anî ziman ku ev pêvajoya ku wan dest pê kiriye ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng e û wiha berdewam kir: "Bi vê pêngava me di polîtîkayên me yên çareseriya hevsengî û geşedanên herêmê de tiştek nehatiye guhertin. Di polîtîkaya me ya Rojhilata navîn de xêza 3'emîn a ne alîgirê şer û pevçûnan e. Xêza aştî û biratiyê ye. Xêza wekhevî, aştî û azadiyê ye. Xêza demokrasiyê ye. Li Rojhilata navîn pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e. Ger ku pirsgirêka kurd çareser bibe dê li herêmê û rojhilata navîn aştî û aramî pêş bikeve. Dê fêdê bide her kesî.
Karayilan ji bo çareseriyê piştgirî ji DYA, YE û Rûsyayê xwest. Karayilan, anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêka navneteweyî ye û bang li hemû hêzên cîhanê û dewletên wekî DYA, YE, Rûsya kir û xwest êdî dest ji polîtîkayên înkar, îmha û serdestiyê berdin û rê li pêşiya aştî, aramî û demokrasiyê vekin. Em bang li gelê kurd dikin ku li Amed, Hewler, Tirkiye û Ewropayê konferansên çraeseriya pirsgirêkê lidar bixin."
Karayilan bang li hemû gelê Tirkiye kir û xwest ji bo aştî, aramî, demokrasî, wekkevî, edalet û azadî pêş bikeve û ji bo bindestî, xizanî, wêranî û tundî bi dawî bibe her kes berpirsiyariya xwe bicih bînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê kurd li diji siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalan bedelên herî giran da. Berxwedanek dîrokî û destanî pêş xist. Êdî dema merhaleyek nû ya çareseriyê hatiye. Rêber Apo, hamleya "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" daye destpêkirin. Em bang li hemû hêzên kurdistanê, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civakî, hêzên demokratîk dikin û piştgiiyê bidin vê pêjoyê û tev li hewldanên çareseriya demokratîk bibin. Em dixwazin her kes ji bo çareseriya demokratîk berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ji bo piştevaniya neteweyî em bang li her kesî dikin ku Platforma Neteweyî ava bikin û tev li 'Konferansa Aştî, Piştevanî u yekîtiyê" ku li Hewlerê pêk bê bibin.
Karayilan: Em bê şert û merc paşve vedikşin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bi rojnamevanên çûn Qendîlê re hevdîtin kir û got: “Em bê şert paşve vedikişin” û pêngavên ku divê ji bo aşitiyeke mayinde bên avêtin rêz kir.
Roja 25’ê nîsanê Karayilan piştî daxuyaniya çapemeniyê bersiv da pirsên ji Milliyetê Asli Aydintaşbaş, ji Vatanê Ruşen Çakir, ji Radîkalê Ezgî Başran, ji T24’ê Aydin Engîn, Ertugrul Mafîoglû, ji ÎMC’ê Ayşegul Dogan û ji CNN Turk Şîrîn Payzin.
Karayilan di daxuyaniya çapemeniyê ya ku 24’ê nîsanê li Qendîlê pêk hat de, diyar kir ku dê ji 8’ê nîsanê ve hêzên gerîla paş ve vebikişin û bal kişandibû ser hinek madeyan.
Li gorî nûçeya ji CNN Turk Şîrîn Payzinê, Karayilan ku bersiv da pirsên rojnamevanan got: “Ji bo paşvekişînê tu şertên me çênebûn e, lê made yên ku me ji bo demokratîkbûn û azadbûnê yên ku dê piştî vekişînê pêk bên evan, ev yek ne şert in, ev pêngavên ku divê ji bo aşitiyeke mayinde bên avêtin.”
Karayilan pêngav wiha rêz kir: "Dikarin qanûna partiyên siyasî biguherînin, benda hilbijartinê, qanûna têkoşîna li dijî terorê, sîstema cerdevaniyê divê teqez bête rakirin. Di vî warî de tu hesabeke me bi tu kesî re nîne. Cerdevan ji bo dewletê jî dibin pirsgirêk. Divê girtiyên ji doza KCK’ê azad bibin.”
Karayilan bal kişand ser mijara makeqanûnê û got : “Makeqanûn pêvajoyeke dirêjtir e “ û diyar kir ku ji bo hevdîtina bi rêberê PKK`re Ebdullah Ocalan re derdek wan heye û got: “Hevdîtin dikarin veşartî, an jî aşkere çêbibin. Çawa ku me berê karî em biçin Osloyê, divê em bikarin biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin, divê em formulek peyda bikin.
Her wiha Karayilan di hevdîtina li gel rojnemevanan de diyar ku welatên li derdûrê Tirkiyên ne, her Dijminê wêne û wan dikarî ji van welatan alîkariyê werbigirn û li dijî Tirkiyê hêja demkî dirêj şer bikine lê Karayilan ragihand ku wan ev yek nekir û Tirkiyê ev yek jî dît.
Wekî din Karayilan helwesta Rojava bi vî awayî nirxand: “Hin aliyan xwest pirsgirêka Kurd mîna kartekê bi kar bînin. Tiştek mîna devê gur bû. Çavkaniya vê polîtîkayê jî Ewropa ye. Çareseriya vê pirsgirêkê tê wateya çareseriyeke ji binî ve. Ger ev pirsgirêk çareser bibe, kartek bi navê Kurdan namîne.
Karayilan diyar kir ku hinek alî destekê nadin pêvajoyê û wiha bersiv da pirsa “Gelo Îran e?” û got: "Em ji helwesta Ewropayê bi fikar in. Mînak ji ber cinayeta Sakîne Cansiz. Sakîne pir aşitîxwaz bû. Ger nehata kuştin dê bihata Qendîlê, ji bo vê pêvajoya aştiyê pir dilxwaz bû. Helwesta Ewropa ya piştî cinayetê me dixe fikaran. Dê ev aşitî çêbibe, pirsgirêka Kurd çareser bibe, Tirkiye dê tam demokratîk bibe û tiştek bi navê “karta Kurd” namîne û divê nemîne.”
Karayilan bersiv da pirsa Şîrîn Payzin a bi awayê “Ger PDK li bakûrê Êraqê serxwebûna Kurdan rabigihîne hûn dê çi bikin?” û got: “Em li pêşiya vê yekê nabin asteng. Lê em destekê jî nadin vê yekê. Em li dijî dewlet-neteweyek Kurd in. Em dixwazin Kurd li parçeyên ku lê dijîn, bi awayeke wekhev bi wan dewletan re bin e. Ango em alîgirê federalîzmeke demokratîin. Li Tirkiyeyê, li Îranê, li Sûriye`yê, nikarin Kurdan înkar bikin, divê bi mafên xwe ve di nav yekpariyê de bimînin e. Netew-dewleta Kurd ne li gorî îdeolojiya me ye. "
Demîrtaş:Eger ev aştiya nebûya xwînrijtin berdewam dibû
Di civînekê de, li parêzgeha Colemêrg ya Bakurê Kurdistanê, hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku jib o aştiyê pêngavên gelek girîng hatine avêtin,û ev qonax li gorî daxwaziya gel pêkhatiye.
Hevserokê BDP`ê dazanîn ku eger tekoşîna Colemêrgê û vê herêmê nebûya, wê demê vê qonaxa çareseriyê jî nedibû. Sêr bikin ku ev çendîn mehin ku serbazên Tirk zarokên me nakujin, ev jî gelek girîng e, di dema ku em dihetin vê navçeyê, me hêviya aştiyê di dîmenên ser rû û çavên serbazên li ber xalên pişkinînê de ditît.
Damîrtaş dupat kir ku opozisyon ti carî piştgiriya qonaxa aştiyê nake, di wê bare de, Demîrtaş got: Jib o nêrîna li şer li Enqerê gelek esane, lê ba Bexçelî û Kilîçdaroglo werin bo çiyan û bila tenê şevekê nobeta pasevaniyê bigrin, bila bizanin ku wê bi sibê re dîsan bibêjin şer an na.?
Selaedîn Demîrtaş aşkire kir ku ev şerê 30 salî ji ber zihniyeta CHPê ye ku ev welata birêvebiriye û her weha ji ber zihniyeta AKP`ê ye ku ev 10 salin ji gotûbêj û diyalogan direve.
Di berdewamiya axiftina xwe de, hevserokê BDPê dazanîn ku wateya aştiyê ew e ku gelê Kurd li ser axa xwe bi ziman û çand û baweriyên xwe bijî, rêzdar Ocalan jî riya vê vekiriye û jib o em destê wî li banî nehêlin, pêwîste em piştîvaniya wî bikin û li pişt proseya wî ya aştîxwezî rawestin.
Demîrtaş aşkire kir ku di hevdîtina digel rêzdar Ocalan de,ragihandiye ku ev 14 salin ew mijûlê proseya aştiyê ye û pêngavên dirûst avêtiye, lê 14 salin dixwazin mirov bixopînin û paşguh dixin.Rêzdar Ocalan dibêje ku ev 14 salin ku em aştiyê dixwazin, ew jî 14 salin li şûna ku çareseriyê bikin, herdem hewla têkdan û hilweşandinê dane. Lê ew êdî baş têghîştin ku ew rê serî nagre, jib o wê yekê jî ez amade me ku di proseya aştiyê de, xwedî parekî mezin û bihêz bim.
Selahedîn Damîrtaş di berdewamiya gotara xwe de, got: Ji ber wê yekê jî bang li gerîlan hat kirin ku paşve vekişin, 14 salin rêzdar Ocalan di bin rewşekî aloz û goşegiriyê de ye û wan xwestin ku wî biset bigrin, lê di encamê de, ne rêzdar Ocalan bû mehkûmê Îmraliyê, lê ew bûne mehkûmê rêzdar Ocalan.
Demîrtaş ew jî dazanîn ku BDP, KCK û Ocalan jib o aştiyê çi ji destên wan hat dikin û niha jî li hêviya hikûmetê ne ku êdî gavên cedi û aşiyane bavêje û pêwîst e hikûmet jib o kişandina gerîlayan hinek berheviyan bigre berdest û me jî 75 komîte jib o wê proseyê pêkaniye.
KCK`ê: Gerîlayên me negihîştine Herêmê û Qendîlê
Endamekî peywendiyên derve yên KCK`ê radighîne ku heya niha tu gerîlayên wan negihîştine Herêma Kurdistanê û çiyayê Qendîlê û da zanîn ku ew pabendin bi biryara vekişînê I nav axa Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê û paşvekişîn dê ta sê hevan dom bike.
Diyarî Qamişlo, libarê vekişîna gerîlayên PKK`ê bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re got: "Wek KCK`ê em pabendin bi biryara paşvekêşana gerîlayên xwe ji nav axa Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê û heya niha ku rojek bi ser biryara vekêşanê derbas dibe tu gerîlayekî me negihêştiye Qendîlê û Herêma Kurdistanê."
Qamişlo ragihand: "Ji ber ku gerîlayên PKK`ê li nava axa Tirkiyê belavin jibo wê jî vegera cwan bo Herêmê û Qendîlê demeke zor pê diçe li hin cihan jî dê sê mehan li ber xwe bide taku bighên hêrêmê û Qendîlê."
Ew endamê peywendiyên derve yê KCK`ê got: "Paşvekişîna PKK`ê bi roj û heftiyekê û heyvekê nabê, gerîla heye li navçeyên derya Reş û Dêrsim û Mêrdînê ne, ewna ta ku bighên Qendîlê gelek pê diçe ew bi piyan vedigerin û ji ber ku rastî artêşa tirkiyê neyên bi şev tevdigerin."
Her weha Qamişlo da zanîn ku ew navçeyên ku PKK`ê berê xwe bidêkê li ser sînorê Herêma kurdistanê û Tirkiyê ye û navçeyekî berfereh e û ji wan navçeyan (Heftanîn û çiyayên Xwakurkê û çend cihên dine ne.
PKK: Metirsiya me bo ser axa Êraqê tune ye
Berpirsekî bilind yê PKK`ê radighîne ku, ew ne li dijî tu kes û aliyekî ne û ve kişîna hêzên wan ji Tirkiyê bo Qendîlê bi metirsî bo ser axa Êraqê nizanin.
Berpirsê peywendiyên derve yê Koma Civakên KurdKurdistanê KCK Ehmed Denîz bersiva beyannameya berya du rojan a wezareta derve ya Êraqê da ku têde dijayetiya xwe bo hatina hêzên vekêşyayî yên PKK`ê ji Tirkiyê bo nav axa Êraqê ragihandibû.
Denîz ji PUKmedia`yê re got: Hêzên PKK ku wê li Êraqê bi cî bibin dijî tu kesî û tu aliyekî nînin û metirsiyê jî bo ser axa Êraqê û aliyên siyasî dirust nakin jibo vê jî pêwîst nake wezareta derve ya Êraqê nigeran bibe.
Ew berpirsê bilindê PKK`ê bi pêwîst dizane ku hemû aliyên siyasî yên Êraqê û rojhilata navîn piştgîrî li proseya aştiyê a navbera PKK`ê û Hikûmeta Tirkiyê bikin serkeftina vê prose jî bi sûd û qazanc bo tevahiya navçeyê wesf kir.
Roja 8/5 hêzên PKKê li gor rêkeftina navbera Abdulah Ocalan û hikûmeta Tirkiyê dest bi vekişîna ji nava axa wî welatî berve Qendîlê û nava Êraqê kirine. Ev biryare jî cihê nerazîbûna wezareta derve ya Êraqê bûye û bi daxuyaniyekê ku roja 9/5 belavkiribûn dijayetiya xwe bo hatina ew hêza PKK`ê bo nav axa Êraqê nîşan daye û egera wê vegerandiye bo parastina serweriya welêt û destêwerdan li karûbarê navxweyî yê welatê cîran.
Ev 20 salin PKK`ê li Qendîl û navçeyên sînorî hene
Parlemanterê hevpeymaniya Kurdistanî Hemîd Bafî hin alî tawanbar kir ku pirsa rêkeftina aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkiyê û rêberê Partiya Karkerên Kudistanê Abdulah Ocalan ji ber sedemên herêmî mezin dikin.
Bafî bi daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Mixabin hin alî li qada siyasî ya Êraqê bi hin daxuyaniyên çapemeniyê pirsa rêkeftina aştiyê ya di navbera Tirkiyê û Ocalan de bo vekişandina hêzên PKK`ê bo Qendîlê gelekî mezin dikin.”
Bafî bal kişand ku ew hewldan jî ji ber egerên herêmî tên neku ji egerên niştimanî, bi taybet jî ku endamên Partiya Karkerên Kurdistanê ev 20 sal zêdetire li Qendîlê û navçeyên sînorî hene.
Parlemanterê hevpeymaniya Kurdistanî da zanîn û got: “Hevrikiya navbera PKK`ê û desthilatên Tirkiyê de ji 1984`an ve berdewame û îro wê partiyê biryar da ku dê têkoşîna aştiyane bide ber xwe û ev yek jî piştî biryara desthilatdarên Tirkiyê ku rê da Kurdan ku mafên xwe weku welatî li Tirkiyê bidest bixin û soz daye ku desturê sererats bike hatiye û her weha planek heye ku efuyek giştî bo endamên Partiya karker derbixe ku bikarin vegerin Tirkiyê.”
Hemîd Bafî diyar kir û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hewlên aştiyê dike, her weha hêzên Partiya karkerên Kurdistanê yên çekdarî jî bi salane li çiyayê Qendîlê û navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re hene, ji ber vê jî pêwîstî bi mezinkirina vê meselê nake.”
Bafî bal kişand ku ew aliyên ku vê pirsê di çapemeniyê de mezin dikin hin armancên wan yên herêmî hene û girêdayî hevrikiyên herêmî ne bi taybet jî Êran ku fişarê dixe ser Partiya Karkerên Kurdistanê ku nehêle rêkeftina bi Tirkiyê re îmze bike.
Hemîd Bafî aşkira kir ku ji berê ve rêkeftin di navbera rêjîma Êraqê yê berê û hikûmeta Tirkiyê ve hene bo nehêştin û bidûvçûna li pey çekdaran ji herdu aliyan û ev rêkeftin jî hîna hikûmeta niha ranekirine, bi wê wateyê hikûmeta niha ya Êraqê hîna pabende bi rêkeftinên ku berê bi Tirkiyê re îmzakirine. Bafî daxwaz ji hikûmeta Êraqê kir ku hemû ew rêkeftinên rêjîma jinavçûyî ku bi Tirkiyê re derbarê lipeyçûna li dûv çekdaran îmza kirine nemîne.
Gerîlayên Dêrsimê: Em pabendin bi biryara rêbetiya xwe
Pitş destpêkirina pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyê û PKK`ê de geştyar û rojnamevan bi rihetî berê xwe didin navçeyê ku gerîlayên PKK`ê lê hene û li navçeya Dêrsîmê a Bakûrê Kurdisanê komek rojnamevan rastî gerîlayên PKK`ê hatin û pêşwaziya wan kirin.
Li gor nûçeyên ajansên Tirkiyê ragihandine ku li gelîyê Elîboxaziyê komek rojnamevanbo geştyariyê berê xwe dan navçeyên ku gerîla lê dimînin û grûpek gerîla rastî wan hatine û nexwestine ew zêde pêşve herin.
Berpirsyarê grûpa gerîla bi nave (Koçer) ji koma geştyar û rojnamevanan re ragihandiye ku hin grûpên wan paşvekişîne û ew jî wê deme nêzîk paşvebikşin.
Her weha Koçer daye zanîn ku ew bi teqez girêdayî pêvajoya ku rêxistinê destpêkiriye re ne û aşkira kiriye ku piştî PKK`ê biryara vekişînê daye ew jibo cîbicîkirina biryarê tevdigerin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09 -
Helîkopreke Amerîkî li nêzîkî tengava Hormizê kete xwarê
11:08 AM - 2026-06-09 -
Nirxê petrolê dadikeve
09:44 AM - 2026-06-09 -
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
10:13 PM - 2026-06-08
zêdetir tamaşe bike
Trump: Îsraîl dê careke din bi Îranê re şer neke
09:10 AM - 2026-06-09
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
08:35 PM - 2026-06-08
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
03:35 PM - 2026-06-08
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
01:44 PM - 2026-06-08
zortrin xwendraw
-
Parêzgarê Hesekê û Hikûmeta Şamê vegera koçberan gotûbêj dikin
Kurdistan 10:13 PM - 2026-06-08 -
Silêmanî li Foruma Delfî siyaset û aborî gotûbêj kir
Rêportaj 03:24 PM - 2026-06-08 -
Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso: Em piştgiriya peyama Birêz Bafil Talebanî dikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-08 -
Cîgirê Serokê Herêmê pêşwazî li Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtaniya kir
Kurdistan 05:09 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: Pêşketin û geşedan bê beşdariya ciwanan çênabe
Kurdistan 08:35 PM - 2026-06-08 -
Serok Bafil: Hewldanên YNKê ji bo dûrxistina aloziyane
Kurdistan 03:35 PM - 2026-06-08 -
Peyamên Serok Bafil û Qubad Talebanî ji bo koça dawiya Helkewt Ezîz
Kurdistan 04:46 PM - 2026-06-08 -
Qubad Talebanî: YNK di asta navneteweyî de pêgehek bihêz heye
YNK 06:28 PM - 2026-06-08


.png)



Aplîkêşin

