Bayik: Divê Barzanî ji bo kongreya neteweyî pêngav bavêje
kurdistani 08:16 PM - 2013-04-20Cemîl Beyik Endamê konseya Rêvbir a KCK`ê
Endamê Konseya Rêvebir ya KCK`ê Cemîl Bayik, di der barê pêşvecûna pêvajoya aştiyê de, daxuyaniyên girîng dane, kovara Sivîl ya Heftana li herêma Kurdistanê û di daxuyaniyên xwe de galek mijarên girêdayî pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê nirxandin, her wiha bi teybet li ser nameya ku rêberê PKK`ê Ebdulah Ocelan di newerozê de ragihadiyê rewsetiya ye, û diyar kir ku Ocelan di nameya xwe de netenê xîtaba yek milyon kesê ku li qada Newrozê de amedebûne kiriya her wiha wî xîtaba hemû cîhanê kiriye.
Yek ji mijarên ku Endamê konseya Rêvebir ya KCK `ê li ser rewastiya jî, mijarja vekşîna Hêzên PKK`ê ji bakûrê Kurdistanê bû, Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo vekişîna hêzan berî her tiştî pêwîste bingehekî yasayî bê amadekirin, heta tedbîrên pêwîst ji bo vê yekê neyên wergirtin, gerîla venakişin.
Wekî din, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Başûrê Kurdistanê û got: “Pêşveçûnên li Bakûrê Kurdistanê dê badorekî mezin li ser Başur jî bike. Em ji Birêz Mesûd Barzanî dixwazin bêtir piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku ji aliyê rêberê me ve hatî destpêkirin. Pêwîste ev tenê di daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin, belkî pêwîste erkê dikeve ser milê wan cîbicî bike. Em li benda her kesekî ne, lê çaverêyên zêdetir ji kek Mesûd Barzanî hene. Em li benda wê yekê ne ku birêz Barzanî ji bo damezirandina kongreya neteweyî pêngavên pêwîst bavêje. Ger pêngavên bi vî awayî bên avêtin, wê sûdê wê ji bo Bakûrê Kurdistanê jî hebe.”
Her wiha, Bayik got: “Rêber Apo silav û rêz ji bo birêz Barzanî şandibû. Daxwaz jê kiribû piştgiriya pêvajoyê bike û ji bo gihiştina encamekê rolê xwe bileyîze. Wekî tê dîtin birêz Barzanî jî piştgiriya peyama Rêber Apo kiriye. Aşkere ye ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê me li Bakûr derfetekî giring li pêşiya gelê kurd e. Ev wê bandora xwe li ser tevayî parçeyên Kurdistanê jî bike.”
Bayik diyar kir ku hevdîtinên wan li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çêbûne û got: “Ji destpêkê ve birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo serxistina pêvajoyê amadebûna xwe nîşan da ye . Em karê aliyên din jî baş dinirxênin û cihê keyfxweşiyê ye. Herwiha beşekî zêde li Başurê Kurdistanê, ligel partî, gel, aliyên siyasî û rêxistinên sivîl piştgiriya peyama Rêber Apo kirine û rol leyîstine.
Bi taybetî hewldanên birêz Talabanî aşkere û berçav in. Ew beşdarbûn û hewldanan ji bo giringiya hêza gelê kurd li Rojhilata Navîn diyar in.”
Bayik di dawiya hevpeyvîna xwe de got: “Dewletên Yekbûyî yên Emêrîka û hemû hêz behsa piştgiriya ji bo çareseriyê dikin. Lê di warê pratîkê de kar û kiryarên berevajî tên dîtin. Lewra divê Emêrîka ku dixwaze aştî û çareserî hebe, ne tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê, belkî pêwîste di pratîkê de rolê navbeynkariyê bileyîze.”
PUKmedia / ajans /
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19