ALA KURDISTAN....Abuzer Balî Han

kurdistani 08:00 PM - 2015-12-26
ALA KURDISTAN....Abuzer Balî Han

ALA KURDISTAN....Abuzer Balî Han

ALA KURDISTAN

Komek ji alên cîhanê

Li Ser Ala Kurdistan Gengeşî

PDK (Partiya Demokrat Kurdistan) û PKK (Partiya Karkirên Kurdistan)

Bila çavên hemî welatparêzan li alayê xwe be,

  Di nav Kurdan de li ser wê qet dubendî na be!..

 

Îro hemî hêzên Kurd li ser ew Ala Kurdistanê îtîfaq in!..

Ala Kurd nîşana hebûna gelê Kurd e!..

Civatserekê Rêvaberiya KCK Cemil Bayık, KCK ya ku Partiya Karkerên Kurdistan jî temsîl dike, ew îdîa dike û dibêje:“Tirkiye dixwaze PDK (Partiya Demokrat Kurdistan) û PKK (Partiya Karkirên Kurdistan) bera hev û du bide û di navbeyna wan de şer derxîne!” Civatserekê Rêvaberiya KCK Cemil Bayık, ew nîvîsa xwe dawî ya di Azadiya Welat û ya Yeni Özgür Politika de li ser bûyerên dawî, di nirxandina xwe  de, ji bo Tirkiyê dibêje:“Tirkiyê dixwaze hêzên li dijî IŞİD ê şer dikin, wana jar û bê hêz bihêle! Niha jî dixwaze PDK bi PKK ê ve dijî hev û du bi kar bîne! Piştî hilbijartina Mijdara 2015 an Tirkiyê bi lez û bez mirovê xwe yê bi navê Feridun Sinirlioğlu şandin Hewlerê. Tirkiye dixwaze PDKê hem li Şengalê  bi PKKê ve, hem jî li ser Rojava di pir aliyên de, bi dek û dolaban dixwazin şer derxînin. Ew dixwazin bi çalakiyên wusa hêzên li dijî IŞİDê ditekoşin wana lawaz  bikin û difikirin ku bi vê jî pozisyona xwe bi hêz bikin!”

Ew gotinên xwe wusa berdewam diket:“Lê belê Kurd hişyar bûne. Kurd ji dîroka xwe pir tişt hîn bûne û wê dîrokê hêdî baş dizanin û lê xwedî derdikevin. Ji bo vê jî Kurd yê lîstikên Tirkan vala derxînin!’’ dibêje...

Çi mixabin ew rojên dawî  li Rojava li navçeya Cezîrê, li Girkêlegê di merasîma roja ala Kurdistan de, ji aliye PYD ve hin bûyerên ne baş pêk hatin û ew bûyer di weşangeriya Kurdî de hat belav kirin... 

Hin alîgirên hêzên Kurd hene ku ew neyaran zêdetir hev û du wek neyar dibînin! Ew ji bo Kurdan xwe şewitandin e! Sûda wê ji Kurdan re qet nîn e! Di rewşên wusa de pir caran berpirsiyarên PDK û PKK daxuyaniyên baş belav dikin. Ez hêvîdar im ku di rojên li pêş me de daxuyaniyên Kurdan dilrehet bikin yê ji aliye her du hêzan ve bên bilav kirin...

Kurdnasê xoşewist İsmail Beşikçi, wî ji bo pêk hatina yekîtiya Kurd û  Kongreya Netewî  gotî bû:“Mercê yekemîn ew Ala Kurdistan ya dîrokî pêwist e, ku hemî partiyên Kurd wê bipejêrin û li wê xwedî derketine!..“ dibêje.

Berpirsiyarekî YNK Dr. Berhem Salih dibêje:‘‘Ez hêvîdar im ku Kurdistanê azad bibe û Ala Kurdistanê yê di nav alên  BM (Yekîtiya Netewan) de  yê pel bide! Dîsa ez hêvîdar im ku Kurdistanê azad bibe! Ewê wek dewletek serbixwe bigîhîje armanca xwe. Ji bo ew niştîman û ew alayê li dijî terora dagirkeran şerên dijwar qewimîn û kedên mezin hatin dayînî!“ 

Ji bo “Roja Ala Kurdistanê” ji malbata Bedirxanan, Sînemxan Bedirxan: „Dê rojekê Ala Rengîn li tevahiya Kurdistanê yê bilind bibe. Niha alaya me heye, me alaya xwe bilind kiriye û em pê serfiraz in.“ dibêje. 

Siyasetmedarê Kurd û kurê Qazî Mihemmed yekemîn Serokomarê Kurdistanê, Elî Qazî: „PKKê jî Ala Kurdistanê pejirandiye! Ala Kurdistanê cara yekemîn li Komara Kurdistanê hatiye bilindkirin û ti hêz û rêxistineke Kurdî beriya Komara Kurdistanê ew ala bi kar ne anîne.“ Elî Qazî her wiha dibêje:“ PKKê jî ala Kurdistanê pesend kiriye.“ 

Elî Qazî dibêje:“Tarîxa 17ê  Berfenbara 1945 an ji bo Kurdan girîng e. Di rojek wusa de komek xortên welatparêzên Kurd, Ala Kurdistanê li bajarê Mahabadê li baniya dadgehê de daçikilandin. Parlamentoya Heremî ya Kurdistanê sala 2009 an, di meha 17.12 an de, ew roj -Roja Ala Kurdistan- ragihandin.“ 

Elî Ewnî ku di rêvaberiya PDK de ye. Ew dibêje:“PYD û PKK xwe xistine kuncikek xirab û şaş ku dijatiya Ala Kurdistanê û sembola netewî ya Kurd dikin. Ew sembola Kurdistanê ye û Ala Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed e ku ew emanetî Mela Mistefa Barzanî hatiye kirin. Piştre ew îro li beşekî azad ê Kurdistanê hatiye qebûlkirin.”

Ez jî baş dizanim ku KCK ne li dijî Ala Kurd e. Lê belê nîşanên xwe yên rêxistinî gelek girîng digirin. Din nav wan de hin kesên ji hestên netewî dûr bin ku li dijî Ala Kurd bin, mirov wê jî bi rexneyan dikare serast bike. Lê gengeşiya Ala Kurd nabe ku di nav Kurdan de ew bibe sedema neyartiye!..

Gelek salan berê dihat gotin ku Înstîtûya Kurd ya Li Elmanyê li bajarê Berlînê bû. Ji bo wê jî dihat gotin ku li Înstîtûtê Ala Kurdistanê nîn e! Piştî serokê Înstîtûtê yê yekemîn Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, ji wîşunda helbestvan û siyasetmedarê Kurd yê ku îro li Başurê Kurdistanê dijît, Mehmed Emîn Pencewînî bû  serok. Ala ku li mala min bû, min ew hilgirt û ez rojekê ber bi Înstîtûtê rêketim. Min bi xwe re jî rojnameya Ozgur Polîtîka ya wê rojê „Ek polîtîka, hejmar 130,  26.02. 2000“ birî bû. Di rê de min rûpelên rojnemeyê li hev xistin. Min dît ku li ser hêjayiya Ala Kurdistan gotarek hatiye nivîsandin. Ala birina min, bi nivîsa di rojnameyê de hatî bilav kirinî, wana bi tesadufî be jî hev û du temam kirî bûn. Ew Ala Kurd heya Înstîtût li Berlînê bû, wê li ser maseya Mamhoste Pencewînî ciyê xwe girtî bû. Di gelek xwepêşandan û meşînên PKK de Ala Kurd hindik be jî her dem tê bilind kirin! Tu kesî ew qedexe kirin jî min bi xwe nedîtiye!..

Ala Kurd di navbeynê PDK û PKK de tu caran ew nabe gengeşiya neyartiye! Ji ber ku Birêz Mesud Barzanî her dem di axaftinên xwe de dibêje:“Heya ez li dinê bim, ez nahêlim di navbeynê Kurdan de şer derkeve!..“ Gelo ji vê gotinê hêjatir ma çi heye? Di aliyê din de endamê Komîteya Rêvaberiya PKK de birêz Murat Karayilan di axaftina xwe ya li Behdînan bi rojnamevanê O. Polîtîka Deniz Kendal ve kirî û ya di roja 22ê Mijdara 2015 an de hatî belav kirî de, ew wusa dibêje:“Di navbeynê PKK û PDK de hin lihevnekirinên siyasî hene! Ew rast e! Lê AKP dixwaze wê dijayetiya heyî mezintir bike û wê wek pevçûnekê di navbeynê Kurdan de bi kar bîne! Ez bawer nakim ku Kurd ew siyaseta dagirkeran ya qirêj bawer bikin û wê bi kar bînin. Ne em PKK û ne jî berpirsiyarên PDK nayên vê lîstikê. Di xeta netewî de em PKK û PDK, emê nêzîkî hev bibin, emê bi hev re kar bikin! Di karên em nikarin bi hev re bimeşin jî, emê li ser wan dayîn û sitandinan çêbikin ku heya em serkevin!..“

Birêz Murat Karayilan di axaftina xwe de wusa berdewam diket:“Weku dagirkerên AKP difikirin, di nav Kurdan de dubendî û pevçûn çênabin! Pêwist e ku gelê me, ji ew nûçeyên derew û qirêj bawer nekin! Rêzaniya (siyaseta) Kurd hêdî xwediyê tecrûbeyên mezin e. Ew dikare hêdî pirsgirekên li pêş xwe heyî wana çareser bike! Ewê vê jî çareser bikin!..” dibêje.

Gelî welatparêzên hêja! Ji pravakatoran bawer nekin! Kurdên ji neyaran re xulamtiyê dikin re jî qet bawer nekin. Roj roja bratiye û hevkariyê ye! Kurd heya roja îro ew tu caran wekî îro nêzîkî azadî û serxwebûnê nebûne. Ew jî di bin saya şerên birakujî û navxweyî pêknehatin de ye. Bi piştgirî, bi hevkarî, anca Kurd dikarin Kurdistanê azad bikin.  Vê carê dem hatiye, Kurdistanê çêbe!..

 

KURDDİSTANÊ ÇÊBE!..

 

Dem hatiye dizanim,

Kurdistana me yê çêbe!.. 

Roj ewqas jî ne dûr in, 

Werin, Kurdino werin! 

Di nav koma xwe de 

Hemî ciyê xwe bigirin. 

De werin helê werin, 

Ne tenê yek bi yek

Bi hezaran û hezaran, 

Bi piraniya milyonan! 

Dengê xwe zû rakin, 

Ala Kurd bilind rakin. 

Îro dibe, an jî sibe dibe 

Dewleta Kurd yê çêbe.

Rengê kesk û sor û zer 

Li ser wê spî û gewher 

Ew ala yê nîşana wêbe.

....

A. BALÎ-1998

 

Dem hatiye ku hêdî Kurd hevdu hembêz bikin û li hemî serokên xwe xwedî derkevin! Ji bo vê jî yekîtiyek netewî ji Kurdan re şert e, ku Kurdistan jî wê demê avabibe û azad be! Di demên şerên borî de Kurdan gelek sûd wergirtine. Hêzên Kurd yê piçûk pêwist e ku xwe navêjin hembêza hêzên mezin û ji bo sûdên xwe piçûk wana li dijî hev bi kar bînin!.. Her hêz li gor quweta xwe, ji bo azad bûna welat, di nav karên siyasî de pêwist e ku cîhê xwe bigire! Wê demê gengeşiyên di nav rêxistinên Kurd de heyî jî, ji holê radibe. Di şerê birakujî de hemî hêzên Kurd yê wenda bikin! Wê demê welat jî carek dîn yê binpê bibe. Ji bo hebûna Kurdan, xaka Kurdistan çıqas rast e, li ser wê Ala Kurd û sirûda  netewî jî ewqas di ciyên xwe da ne! Roj bê, bi piraniya gele Kurd, pir tiştên bêne guhartin jî tên guhartin. Lê ew roj,  ne dema gengeşiyên li ser Ala Kurd bibine.!. Dem, dema azad bûna Kurdan e!..

Zargotina me ya Kurdan gelek dewlemend e. Hin caran tê gotin ku: " Aqlê sivik barê giran!"

Cara yekem e, ku Dewleta Kurd ya Federal, ew alaya ji Komara Mahabad diyarî mayî bû, ew rakirin banî û li pêş çavên hemî cîhanê danîn! Gelo kîjan Kurdê dilsoz dikare bêje: "Ez vê alayê ji bo Kurdan napejêrim (qebul nakim)? Ma dem, ew dem e? Ma ew dibe sedem, ku mirov xwe ji civînek wusa şunda vekişîne?!. Bi zanîn, an jî bi nezanîn karê neyaran hesantir kirin û dubendî di nav tevgera azadîxwaz de derxistin, ew ne karê mirovê çak e!..

Kurdan di nav xwe de şerê brakujî rakirin! Nûha dor hatiye yekîtiyê. Yên dubendiyê dixwazin, pêwiste ku, ew ji xwe şerm bikin!..

Di meha Xezîranê de Konferensa Kongreya Netewî yê pêk bê.

Dewletên dagirker vala ranawestine! Ew dixwazin, Kurdên aqlê xwe sivik, wana di nav karên Kurdan yên girîng de bi kar bînin! Lê ez bawer dikim, ku Kurdên wusa hêdî di nav Kurdan de hindik mayîne. Tu kesî bibe maşeya dest neyaran, pêwiste ku hêdî di nav Kurdan de nemîne!..

Roj hatiye, ku Kurd bi yek dengî bi hevra bêjin:"Bes e bindestî, bijî bratî! Em koletiyê naxwazin! Em azadiyê dixwazin! Gelo dema xwesteka hemî Kurdan ew be, kîjan Kurdê bê aqil dixwaze ku dervayî van xwestekan bisekin, an jî li dijî van xwestekan alaya Kurdistan bike mijara gengeşeyê û xwe ji konferans û komcivînan vekişîne! Kurdan ji têkoşîna xwe ya hemdemî ezmunên baş girtine. Roj hêdî hatiye, ku ji wan dersan sûd werbigire! Ew jî dikeve ser milê hemî rêxistin, sazî û mirovên niştîmanperwer...    

 

Gotina „al, ala“ bi Farisî „beyrak“ bi Erebî „alem“ e. Dema mirov li ser ala Kurdistanê raweste, li pêş vê, ma wateyê gotinê ala ji ku têye?  Hezaran sal e, ku ala di nav netewan de bi kar têye. Lê kes nizane heya îro cara yekem kê û kîjan miletî ala çêkirye û dîtiye? Li pêş baweriya yek Xwedêtiyê, pût û pûtperestî hebûye. Mirovan putên xwe yên çêkirî, ewna bi reng û bi şerîtên cuda cuda dixemilandine. Paşê qiral, şah û hikumdaran ji xwe re sembol, nîşan danîne. Ew sembolina dem bi dem dawî de ciyê alan girtine. Ji civatên pir kevn vir de, heya roja îro alan di nav civatan de hebûna xwe parastine.

Lê di dema em tê de, alayek netew û dewletekê temsîl dike. Ji bo vê jî di dema em tê de dijîn de ala, nîşana (sîmgeya) netewbûnê ye. Di nav welat de li ciyên fermî (resmî) û li dervayî welat de li nav ciyên navnetewî de ala her miletî, wî mîletî temsîl dike. Ji bo vê sedemê jî, ala ji aliyê her miletî ve pîroz û bimbarek têt pejirandin. Dema du dewlet li dijî hevdu şer bikin, li pêşiya hêzên wan dewletan, ewna alayên xwe radikin banî. Dema ala hêzekê ket erdê, ew tê wê wateyê ku wan şer wenda kirye. Hêza ku ala xwe ketî erdê, êdî di aliyê moral de têkdiçe. 

Alagirên (beyreqdar) her alî ji kesên bejn û bala xwe bilind û yên bi hêz û quwet tên hilbijartin! Di şer de ala hêzekê kêt destê hêza dîn, têt wê wateyê ku hêza ala xwe wendakirî, dîl (esîr) hatiye girtin. 

Di dema Împaratoriya Romayê de, wan bi sembola qertal xwe nîşan didan. Napolyon jî sembolek usa bi kar aniye. Îro li Yekîtiya Dewletên Emerîkî, li Elmanya Federal li gel alayên hikumatên federal, sembola qertal dewlet û hêza dewletê temsîl dike. Ne bes tenê welatên rojava, welatên Hîndo-Ewrûpî jî piraniya wana rêza xwe ji qertal re heye. Îro li Başûrê Kurdistanê, Dewleta Federal ya Kurdistan li gel ala Kurdistanê PDK di nav nîşana partiyê de sîmgeya serê qertal jî bi kar tîne. Bi kurtahî qertal sembola azadî û serxwebûnê ye. Di aliyê dîn de qertal ji bilind firîna xwe hêz û quwetê digire û wê temsîl dike. 

Di dema îro em tê de dijîn de, ala netewî ya Kurd hemî Kurdan temsîl dike. Îro çil pênc milyon Kurd bê ala nîn e. Di nav alayên cîhanê de alayên bi sê rengan gelek pir in. Ji bo ku sê reng, rengên serketin, pêşketin û şoreşê (dewrîm) hatine pejirandin. Yên di vê baweriyê de dibêjin cara yekemîn di sedsala 16 an de, di şerê navbeynê Îspayol û Holandiyan bûyî de Holandiyan sê reng wek turincî, spî û şîn (hêşîn) bi kar anîne. Wê demê Holande û gelê Holandî di bin nîrê Îspanyolan de bûye. Paşê di ala xwe de li ciyê turincî rengê sor bi kar anîne.  Di şoreşa Fransiz de ew rengên ber bi pan, wek ber bi jor Fransizan di devgera xwe de nîşan dayîne û paşê jî, ji xwe re kirine ala netewî ya Fransê. 

Usa xûya dibe ku kesê ala Kurdistan çêkirî ji ew agahdariya li jor hatî nivisîn agahdar bûye. Rengên alayên pir welatan wek rengê ala Kurdistanê ye. Lê şikl û sembolên li navçeyê alan heyî alan ji hevdu cuda dikin. Rengên ala Kurdistan dema ala serî bînî hevdu be, wê demê rengên ala  Îranê pêk tên. Reng û şirîtên ala Mecaristanê (Ungar, Mecar) bi hemî avayî rengên xwe wek alaya Kurdistanê ne.  

Di jiyanê gelan de rol û wateya alan girîng e. Di dîrokê Kurdan de cara yekem navê ala Kurd di efsaneya Kawayê Hesinkar de derbas dibe. Kawayê Hesinkar bi pêştemala xwe ya pê kar dikirî, wênê wek ala xwe berjor radike û wê pêl pêl badike. Li dijî Dehaqê xwînrij serê xwe hildide û bi tevger û raperîna xwe bi ser dikeve. Tê gotin ku Kawa, Kurdan azad dike û dibe serokê Kurdan. Wek hikumdarekî dadmend welatê xwe rêve dibe û pêştemala xwe jî wek ala Kurdan bi kar tîne. 

Dema îro em li ser ala Kurdistanê  rawestin, cinarên Kurdan baweriya xwe heyî ya li ser ala Kurdistanê qet ne baş e! Ewna bi çavekî neyartî li ala Kurdistanê dinêrin. Wek çawa naxwazin Kurdan bipejêrin, ala Kurdan re jî dibêjin "ew qerpala (çapût) ne nas, ya mirov nizanin ku li kuderê hatî" dibêjin û bi nav dikin. Em bêjin gotina neyaran heya ciyekî em rê bidin wan, ji bo ku neyar hatine bi nav kirin. Lê Kurdên bi alaya xwe re wek devê neyaran qise dikin re emê çi bêjin? Nezanîna kor, mirovan ji neyaran bêtir dike neyarê nijada xwe!..

Di jiyanê mirovan de ala çi ye? Ez dixwazim hebûna alayê min di jiyana xwe de çawa naskir wê ji wera mînak bidim. Heya heft saliya xwe di jiyana min û di jiyana rojane ya şahiyên gundê me de wateya alayê ez bawerim nîn bû. Heya salên 1950 î li rojavayê welat tesîra şoreşa Kurdistanê gelek hindik bû. Ne navê Kurd û Kurdistanê, ne jî şikla ala Kurdistan di mejûyê Kurdên li wir dijîn de tinebû. Bes Kurdî diaxiftin û bi xwe re jî „Kurmanc“ digotin. Bi zimanekî dîn dema mirov ne di xizmeta neteweyê xwe de be, ew dibe pêyayê xelkên beyanî (yad). Rojavayê welat herkî dem diborî wek roja îro Kurd ber bi pişaftinê (asîmîlebûnê) dimeşîn û diçûn. Di wê demê de şerê di navbeynê kapîtalîzma cîhanê bi sîstema sosyalîzmê re hebû. Di navbeyna Koreya Bakûr û Koreya Başur de jî şer derketî bû. Di şerê Korê de ji gundiyên gundê me jî yek tê de beşdar bûyî bû. Wî bi xwe re yek ala Korêya Başûr jî anî bû. Wê demê wexta berbû diçûn bûkan bînin digotin:“ Biçin ala Hesen wînin!“ Ew ala Koreya Başur pir salan li gundê me di şahiyan de wek ala bi kar dihat. Dema min li gundekî cînar dest bi dibistana seretayî kir, li wir cara yekem min ala Tirkan dît û lê seyr kir! Di wan salan de kesên ku Kurd bûn û xwendin dizanîn gelek hindik bûn. Rojname û kovar qet nîn bûn. Pirtûk xwendin, di radyo de nûçe bihîstin ne mimkun bû. Televîzyon hîn ne hatî bû dahênan (îcat nebû). Radyo hebû, lê hîn ne hatî bû navçeya em lê dijîn. Rojekê gotin mamhosteyê Tirk radyoyek anîyê mala xwe. Dema ez jî çûm radyo bibînim, di radyo de kilamên Tirkî dihatin gotin û cara silev bû, ku min mala mamhoste jî dît. Ez li her tiştê wan eceb mam. Lê radyoyê wek sanduq mezin, bêtir bala min kişandî bû  ser xwe. Çend xwendekarên mezin li min nêrîn û bi eceb mayîna min kenîn û pişt re bi min re gotî bûn:“ Belê, belê sibe dora te ye. Emê tê jî di hundirê radyo kin û li dengê te guhdar bikin!“ Baş bîra min têye ku roja duwem ez ne çûyî bûm dibistanê... 

Rêyek dirêj li ber min vebû û ez jî tevî rêwiyên rêya têkoşîna azadiya Kurdistanê bûm. Di wê rê de hêdî hêdî qasî ji destên min derkeve bi rêhevalan re ez jî nîvsedsale ku dimeşim. Lê ez îro li zaroktiya xwe ya wê demê dinêrim û difikirim, ku mirovên wek min yên wê demê heyî, îro jî jimara wan ya di nav Kurdan de heyî, ji jimara wê demê ne hindiktir in! Ewên ku nezan û belangaz in, jimara wan ya di nav Kurdan de heyî ji jimara berê ne kêmtir e! Şaîrê Kurd yê bi navê Nabî (1642-1712) bi eslê xwe Kurdê Rûhayê ye û bi Kurdiya îro ûsa dibêje: “Ew mahîna (masî) ku di nav derya de dijîn û lê nizanin ku ew deryayê tê de dijîn heye!“ Demên borî ne tenê li gundê me, dema mîritiyên Kurdan de jî hin mîrên Kurd bi neyarên Kurdan re şer kirye, hinek mîrên Kurd ya li şer seyr kirine, an jî aliyê neyaran girtine!.. Sedsal usa borîne. Di nîvê sedsala bîstan de Kurd ji xewa sedsalan ya reş şiyar dibin û li Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê (1946) Komarek Kurdan ava dikin. Lê komar zû dixile. Alîkariya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn bila li alîkî bimîne, kes ne çêbûna wê, ne jî, ji têkçûna wê behay dibin. Li Başûrê Kurdistanê Kurdên bi rûmet bi navê „pêşmerge“ qet tu caran çek ji destê xwe bernedane. Paşê li Bakurê welat di destpêka salên 1970 yî pê de dengê çekan carek dîn destpêkir. Çi Başur dibe û çi li Bakur, Rojhilat û Rojava her Kurd li benda roja azadiya xwe  bûn! Lê di dawî de li Kurdên Başur roj hilat û wê jî şewqa xwe daye hemî welat! Ew roja zer, tîrojên xwe avêt her der. Di navçeya ala Kurdistanê de ala Kurdan wek ala Komara Mahabat wê jî rengên xwe kir sor, spî û kesk.

Di Jiyanê Gelan de Hebûnên Girîng çi nê?

Di jiyanê netewan (milet) de pir hebûnên girîng hene. Ji wana sê sembol pir girîng in. Ji wan girîngiyan yek ala netewî, duwem sirûda netewî û ya sêyemîn jî nexş (xerîte) û sînorên welat in. Sirûd û ala Kurdistanê  îro baş xûya ye. Li ser wan qet ti guftugo nabin. Giya li ser koka xwe şîn dibe. Her sazî, partî û komelek Kurd nîşanek (sembolek) xwe heye. Her nîşan wê saziyê, an jî wê partiyê temsîl dike. Lê ala Kurdistanê hemî sazîyên Kurdan di bin siya xwe de li hev dicivîne. Hemî sazî û partiyên Kurd jî wek neteweyên din li ala xwe ya netewî xwedî derdikevin. Ew rêzik (qeyde) ne ji bo kurdan tenê, ji bo hemî neteweyên cîhanê derbas dibe. Di hebûna sêyemîn de yanê di sînorên nexşa Kurdistanê de di mercên em îro tê de dijîn mirov dikare û rê heye, ku li ser sînoran li hev neke. Ewa ne di destê me Kurdan tenê de ye! Kesê kor dixwaze çavekî ronî, lê Xwedê du çavên ronî pêde hîn çiqas xweştir dibe! Kurd sînorên tê de dijîn dixwazin wan hemî bi dest xwe xin. Xwestin tiştek e, lê xwedî derketin, dest xwe xistin û paşê lê hikumkirin tiştekî din e!.. 

Yekî dîn (şêt) kevirekî davêje bîrekê, lê çil kesî bi aqil nikarin wî kevirî ji wê bîrê derxînin!.. Di salên borî de li ser ala Kurdistan û sirûda netewî „Ey Raqîb“ hin gengeşî bûn. Lê ew gengeşiya ne rast û ne di ciyê xwe de, ji aliyê welatparêzan ve zû hate vemirandin. Ji bo ku ala Kurdistan îro li ser erdek azad ya bi navê Kurdistan li ser pênc milyon Kurd pêl dide. Ji bilî neyarên Kurdan gelo ma kî dikare li dijî rewşek ûsa û li dijî ala Kurdistanê raweste?.. Çend salan berê mirov dikarî li ser mijarên usa biaxive. Lê îro dijmin bi dilê xwe bixwazin, an jî nexwazin ala Kurdistanê dipejêrin. Dema xêrnexwazên Kurdistan ewna bi mivanî diçin Kurdistanê bi gotina sirûda netewî „Ey Raqîb“ bejna xwe li ber ala Kurdistanê ditewînin. Ji bo vê jî pêwîste ku hemî Kurd ala xwe ya îro bipejêrin û lê xwedî derkevin. Ew jî erka ser milê her Kurdî/ê ye!..

Lê ez dixwazim mijara alan bi çavekî zanistî bikolînim. Gelo ma roja em tê de dijîn Kurdek dikane li dijî ala Kurd derkeve?  Ez ne di wê baweiyê de me, ku bi zanîna xwe Kurdek bêje : ”Ez li dijî ew ala ya îro heyîme!“     Rengên ala Kurdan kesk û sor û zer, li navçeya wê de roja wek gewher, ma ji van rengan xweştirîn li cîhanê kîjan ala hîn heye? Lê li gor her netewî ala xwe çiqas pîroz e, ala Kurdistanê jî, ji bo Kurdan ewqas pîroz e!..

Ala Kurdistanê cara yekem kê çêkiriye?

 

Ala Kurdistanê di destpêkê de heya roja îro çawa hatiye vê qonaxê? Çend gotinan dixwazim li ser vê mijarê bêjim û ronahîxim. Şêx Mehmud Berzencî dema bibe qiralê Kurdistanê li ser ala Kurdistanê jî karûbar pêk tîne û dixwaze ala Kurdistanê bide amadekirin. Li ser bingeha ala Kurdistanê ew çawa hate amadekirin û cara yekem kê ew çêkir û ji destê kê hate der, dixwazim lêkolînek kurt pêşkêşî xwedevanan bikim. Wezîrê Şêx Mehmud yê Poste Şakîr Mecrum li sala 1951 an de di derheqê „Ala Kurdistanê“ de ji Mamhoste Dr. Cemal Nebez re diaxife. Di dema Komara Kurd Ya Mahabadê de di ew alaya Kurdistanê de hinek guhartin hatine çêkirin. Zinar Sîlopî di serboriyên xwe de li ser ala Komara Mahabadê usa dinivisîne: „Hukumeta Cumhurîyeta Mahabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919 an de ji aliyê -Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî- ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê -Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan- nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mahabadê qebûl kirin.“ Komara Mahabadê dema 31 ê Adarê sala 1947 an Qazî Muhamed hatê dardakirin şunda dawî lê hat. Heya komar hate rûxandin ew ala bû alaya Kurdistanê. Dema Barzaniyê nemir bi hêzên xwe yên çekdar ve vegeriya Kurdistana Başur jina Qazî Muhamed ew ala ji Stenbolê ya orîjînal di dest de heyî, ew dayî bû Barzaniyê gorbehişt. Lê di dema Xoybûn û Serhildana Agirî  de ew  ala  îro li Başûrê welat ji bo Dewleta Federal Ya Kurdistan fermî hatî pejirandin, ew ala li ser bingeha alaya Ahmed Muxtar Caf çêkiriye. Îro hemî Kurd û dostên Kurdan li wê ala Kurdistanê xwedî derdikevin. Di muzeya alayên cîhanê yên li Stockholmê bi navê ala Kurdistanê ew modelê îro Kurd bi kar tînin ciyê xwe digire.  Min bi xwe jî ew ala li Stockholmê dîtiye. Lê tîrojên rojê ne wek tîrojên ala îro ne. Serî tîrojan ne tûj in, ewna hinek pan in!..

 

AHMED MUXTAR BEGÎ CAF

(1896-1935)

Ala Kurdistanê ji bo hemî hêz û saziyên Kurd û Kurdistaniyan nîşana yekîtiya wan e. Heke hêz û partiyek Kurd an jî mirovên welatperwer yekîtiyek rasteqîn bixwazin, pêwist e, ku ew di bin siya ala Kurdistanê de bicivin.  Ji bo vê jî ala neteweya Kurd ji Kurd û ji Kurdistaniyan re gelek girîng e! Pêwist e, ku her Kurd û Kurdistanî ji alaya Kurd îro re giramî û rêz bigire. Rastî, li her ciyî dinê rastî ye; nezanîn jî li serê mirovên nezan bela ye!.. Ji nezanîne nebe, ma Kurdek neyartiya ala xwe dike?    

Bi vê gotarê û çend gotarên li pêş min derheqê ala Kurdistanê de hatin nivisîn jî baş didin xûyakirin, ku di şiklê ala Kurdistanê de guhartin çênebûne. Di destpêkê de ala çawa ye, îro jî ew ala ûsa ye. Di gotînên berê de navê ala çêkerê Kurd yê yekemîn Ahmed Muxtar Caf derbas nabe.

Çend mînak û dîtinên dîrokî di derheqê ala Kurdistanê de:

Di derheqê ala Kurdistan de birêz Mahmûd Lewendî (1) jî lêkolînek çêkirye. Ew jî wek li jor ala çawa çêbûye û şikla xwe ji kîjan reng û fîguran pêk hatiye û li ser radiweste. Bes di nixteya „ala cara yekem kê çêkirye?“ de ne wekhevî heye. Di vê derbarê de li gor Lewendî “ Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên „Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî“ ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Şêx Mehmûd de jî bûye wezîr û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê „Bangî Kurdistan“ ne dûr e, ku ala Kurdî ya Şêx Mehmûd ku di 10.10.1922 an de hatiye tesbîtkirin jî bi pêşniyaza wî hatibe qebûlkirin.“ dibêje û di derheqê ala Kurdistanê de dîtina xwe ûsa berdewam dike:“Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan ya ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920 an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.“

Di derheqê Ala Kurdan ya berê de Lokman Polat (2) ûsa dinivîsine: „Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdanin. Medan di dîrokê de împaratoriyek mezin damezrandine. Wekî her mîletî ew jî di dema xwe de xwedanê ala xwe bûne. Ala wan sembola împaratoriya wan bûye. Ala Medan weha bû: Li alî jor şerîtek sor heye. Di nav vê şerîta sor de taç heye. Tac zer e. Li navê şerîtek spî heye. Di  nav vê şerîta spî de wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine. Roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e. Li alî jêr şerîtek kesk heye. Di nav vê şerîta kesk de ti wêneyek lê nîn e... Ala Medan ku di dema dîroka qedîm de bi kar anîne û ala Kurdan ku ya niha wek sembola netewî diparêzin ne wek hev bin jî, rengên wan wek hev in. Kesk û sor û zer di her du alayan de jî cih girtine. Alaya Kurdan ya niha de taç û şêr jê derketine. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye.“ dibêje. Ala Medan û ala Kurdan ya îro raberî hevdu dike û nêzîkatiya rengên wan nîşan dide.

Dîsa Karîm Zand yê Silêmanî di derheqê ala Med û Kurdan de ûsa dibêje: „Kurd ji Medan vir de (li pêşzayinê 700) heya roja îro alayek tenê bi kar tînin. Li Kurdistanê rengê sor, spî û rengê kesk û li navçê roja ji 21 şuayan (tîrêj) pêk hatî her diparêzin.“ Ew gotinên xwe yên li ser Medan ûsa berdewam dike: „Medan ew ala xwe ji bo siruştê sîmgebikin hilbijartine. Ji bo ku her dem Kurdan ji siruştê hezkirine. Ew rengên ala Kurdan îşaretî ew nixteyan dikin. Rengê sor, temsîlî qurbanên Kurdan dayîne, rojhilatina rojê ronahiyê, rengê spî sadetiyê û aşitiyê, rengê kesk jî rengê siruştê ye. Şuayên li dorê rojê jî 21 ê Adarê, Newrozê sîmge dikin.“ Karîm Zand zaneyekî Kurdan li ser nexşa Kurdistanê bi kar kirina xwe  têye nasîn. Li sala 1946 an de dema Komara Kurd Ya Mahabadê hate damezrandin wî li wir mamostetî dikirye. (3) 

Weneyê Ala Kurdistan (1916-1946)

Di dema şerê cîhanê yekemin de ji bilî Kurdistana Rojhilat hemî erda Kurdistanê di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de dima. Ronakbîr û siyasetmedarên Kurdan piraniya wan li Stenbolê niştecîh bûn. Dayîn û standina Kurdan ji her perçeyî wê demê gelek baş bûye. Ji bo vê sedemê jî welatekî azad di nav wan de dihatiye guftugo kirin. Di bingeha avakirina ala Kurdistan de her çiqas pêşniyaz û kar li ser erda Kurdistanê bûyê jî, komelên siyasî li Stenbolê bûne. Biryarên wan girtî li ser hemî dîtinan muteber bûne. Di salên 1920 an şunda dema Komara Iraqê û Suriyê çêbûn şunda xwendekar û ronakbîrên Kurdan piraniya wan vererîne Iraq û Suriyê. Kesên bi ala Kurd çêkirinê re mijul dibûn û yên baweriya xwe bi hebûna ala Kurdistanê heyî ji Stenbolê vegeriyan nav welat şunda, ala Kurdistanê jî di nav tevgera azadiya Kurdistanê de ciyê xwe digire. Di avakirina Dewleta Şêx Mehmud Berzencî û di destpêka saziya Xoybûnê pêda  di nav komele, sazî û partiyên Kurd de ala Kurdistanê dibe nîşana Kurdan.

Kovara Hawar û Ala Kurdî, 1932

Di dîrokê me Kurdan de Kovara Hawar wek dibistanek nûjen e. Hejmara wê yekemîn 15 Gulanê 1932 an de hatiye weşandin. 57 hejmar derketin şunda  15 ê Tebaxê sala 1943 an de dawî lê hatiye. Ew kovar, dîrokê Kurdan ya sedsalê 20 an di aliyê zimanê Kurdî, çand û mejûyê Kurdî de pir nixteyên tarî ronahî diêxe. Di aliyê civatnasîn û netewî de jî li ser rêçek nûjên gavên girîng hatine avêtin. Di aliyê netewebûnê de mînakên gotarên rêzanî ji welatên Rojava hatin girtinî cara yekem di vê kovarê de hatine belavkirin û weşandin. Gotara ji aliyê Celaded Bedirxan ve ya di Kovara Hawar hejmara 9 an, 30 yê Îlonê sala 1932 an de hatî nivîsîn de li ser ala Kurdistanê agahî dide û ûsa dibêje: “Her milet xwediyê alakê ye. Ala nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiya ye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zaroyên her miletî ji bona bilindî û bi kedrbûna ala xwe, bêperwa xwe didin kuştin. Ala her miletî jê re beha ye... Ala Kurdan ji jor ber bi jêr ve, ser hev sor, spî û kesk e, di di nava wê de roj diçirise.“ Di hejmara 11 an de jî kovar bi rengîn ala Kurdistanê hatiye weşandin. Roja di navenda ala de ji 18 niçikan (tîrêj) pêk hatiye. Di destpêkê de ala bi destan hatî çêkirinî de hesabê niçikan baş nehatiye hesabkirin. Lê bi teknika îro ala Kurdistanê wek Celaded Bedirxan nîşan dayiye. Lê niçikên alaya rasteqîn 21 in. Hejmara bîst yekan hem roja 21 ê Adarê Newrozê, hem jî serê sala salnameya Kurdî nîşan dide. Wateya 21 ê Adarê ya dîn jî, di aliyê navnetewî de ew roj, roja têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî nijadperestiyê ye...

Di Kovara Hawar, hejmara 5 an, 20 ê Tîrmehê sala 1932 an de bi leqebê „Herekol Ezîzan“ Celadet Bedirxan li ser ala Kurdistanê helbestek jî nivîsîye. Ji bo şikla ala Kurdistanê baştirîn bête dîyarkirin ew helbesta wek bingeha xwe çawa hatiyê nivîsîn li jêr xûyaye. (4)

Ala Kurdan

Ala Kurdan di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengên te

Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesor e, bi roj e

Ev li jêr û ew li jor.

Semyana keç û lawan,

Rûmeta jin û mêran,

Neyarên te pir jî bin,

Tu dê bidî bera wan.

Ko çirisî roja te ,

Dê belav bin mij û dû.

Rabe ser xwe ser bilind,

Nêzîk bûye roja te.

Nûvakirin û weşandina duwemîn ya Kowara Hawar di sala 1975 an di rûpelê pêşî û paşî de bi rengîn ala Kurd ciyê xwe digire. (5)  

Têkoşer û helbestvanê nemir Osman Sebrî (1905-1986) jî di nav nivîskarên Kovara Hawar de cih girtî bû. Ew endamê rêxistina Xoybûnê, paşê jî siyasedmedarê li Başurê Piçûk bi nav û deng bû. Wî di helbesta di dîwana xwe de (6) ya bi navê „Ala Rengîn“ ala Kurdan ûsa pêşdarî (tasvîr) dike:

Ala Rengîn

Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn kesk û zer.

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

Dûr, nêzîk ezê te hildim.

Tu yî xemla banê min.

Ger bi vê derman mirin bî

Bo te gorî canê min!

Sê salan bi te kêfxweş bûm,

Agrî, Zîlan, Tendûrek,

Li pêş suhna te bûne ax.

Leşkerên Turk lek bi lek

Dêrsîm û Sasun û Pijder

Bo te xwînê dirêjin.

Herçî xort in, herçî Kurd in

Bo te lavjan dibêjin,

Leşker im bot e ala min.

Min divê gurmîn û şer

Duwanzde mîlyon bûne pandî,

Bo te Kurdên pir huner.

Osman Sebrî, 1936

Îhsan Nûrî Paşa

(1893 – 1976)

Lehengê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de li ser ala Kurdistanê dinivisîne. Di 1926 an de, Bro Heskî Têlî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide. Di sala 1927 an de Îhsan Nûrî, xwe digîhîne Çiyayê Agiriyê. Rêvabirina şoreşê digire destê xwe. Ji alî rêxistina Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî têt hilbijartin. Di wê salê de ala sê rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya Teşkîlatî Cemîyeta Kurdîstanê qebûl kiribû, rêxistina Xoybûnê ew ala şandin Agiriyê. Îhsan Nûrî Paşa wê alayê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike. 

Îhsan Nûrî Paşa dibêje:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû."

Qazî Muhamed

(1893 – 30 Adar 1947)

Ala Komara Kurd Ya Mahabad

Di pirtûka William Aegleton (7) bi navê „ Komara Kurd Ya Mahabad“ di sala 1962 an weşandi de li ser ala Kurd ûsa dinivîsîne: „Di sala 1944 an meha Gulanê de rêxistina (sazî) bi navê „Komele“ bi hevalbendên xwe yên li Iraqê ve ala Kurd ya netewî amade kir. Ala ku sê şiritan pêk hatî de her şirît bi rengekî bû. Li herî jor rengê sor, li navê de spî, li herî jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî avayî rengên ala Îranê hatî bûn ser binî hev. Di navendê alayê de sembola Kurdan roj, li her du aliyên rojê de simbêlên genim, li paş çiyayek û weneyê pênivîs cih girtî bû.“ Di vir de nivîskar şikla ala Kurd ya Mahabad li pêş çavan dide diyar kirin. Li jor ala Kurd ya rasteqîn çima ûsa hate guhartin li ser wê tu agahiyên dîn nade.  

Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Sîlopî) di serboriyên xwe de li ser ala Komara Mahabadê ûsa dinivisîne: „Hukumeta Cumhurîyeta Mahabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919 an de ji aliyê -Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî- ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê -Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan- nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mahabadê qebûl kirin.“ Komara Mahabadê dema 31 ê Adarê sala 1947 an Qazî Muhamed hatê dardakirin şunda dawî lê hat. Heya komar hate rûxandin ew ala bû ala ya Kurdistanê. Dema Barzaniyê nemir bi hêzên xwe yên çekdar ve vegeriya Kurdistana Başur jina Qazî Muhamed ew ala ku ji Stenbolê ya orîjînal di dest de heyî, ew dayî bû Barzaniyê gorbehişt, dibêjin. 

M. Mustafa Barzani

(1903 – 3 Adar 1979)

Lê di dema Xoybûn û Serhildana Agirî  de ew  ala  îro li Başûrê welat ji bo Dewleta Federal Ya Kurdistan fermî hatî pejirandin, ew ala li ser bingeha ala ya Ahmed Muxtar Caf çêkiriye. Hemî Kurd û dostên Kurdan li wê ala Kurdistanê xwedî derdikevin. Di muzeya alayên cîhanê ya li Stockholmê de bi navê Kurdistanê ew modelê îro bi kar têt ciyê xwe digire.

Ala Kurdistanê ji bo hemî hêz û saziyên Kurd û Kurdistaniyan nîşana yekîtiya wan e. Heke mirov yekîtiyek rasteqîn bixwaze, pêwist e, ku ew di bin siya ala Kurdistanê de pêk be.  Ji bo vê jî ala neteweya Kurd ji Kurd û ji Kurdistaniyan re gelek girîng e! Pêwist e, ku hemî Kurd lê giramî û rêz bigirin.

Şehîdê Kurdistan Apê Musa Anter

(1920 – 1992) 

Di pirtûka xwe ya bi navê „Serboriyên Min“ de dema pêwistiya alayek Kurdistan dibe û çêkirina wê dide ser milê xwe. Musa Anter dibêje „ Di sala 1948 an de li gel Yusif Azîzoglu û çend Kurdên din rêxistinek danî bûn. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo wê destê xwe datanîn ser ala Kurdî û bi çekekê sonda xwe dixwarin!“. Musa Anter ji bo vê alayê ûsa dibêje: “Wezîfa çêkirina alayê li ser min bû. Ez li Stenbolê çûm Kapaliçarişyê, min her yek nîv mîtro, çar reng qûmaş kirîn. Ala îro jî tê zanîn: Sor, spî û kesk, li ortê jî rojek zer heye. Sembola reng û roja li ser alayê jî weha ye; spî, aştî ye, sor xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê milî yê Kurdan Zerdûştî ye." 

  Ubeydulah Eyûbîyan (1929 -      )

„Min di avakirina Komara Mahabadê de ala Kurd bilind kir!.."

Di rojnameya hefteyî ya siyasî û çandî „Dema Nû“ de li Hewlêrê bi mamhoste Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbîyan re hevpeyvînek gelek balkêş 21ê Tîrmeha 2005 an de hatiye çêkirin. Dema ew gotar hate bilav kirin mamoste hîn li dinê bû. Ji bo vê jî ew çavkaniya di nav me de dijît yê li ser ala Kurdistanê herkesî ronahî bike. Ez bawerim ji vê pê de li ser dîroka ala Kurdistanê ji bilî neyaran tukes nikare gengeşiyê jî bike!.. 

Bi çend gotina ez dixwazim Ubeydulah Eyûbiyan bidim nasandin. Di sala 1928 an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn ciyê lê hatî dinê, ya bilind jî li Zanîngeha Tebrîzê xilas kiriye.

Ew di 17-18 saliya xwe de beşdarî şoreşa avakirina Komara Kurdistan ya Mahabadê dibe. Bi gotina xwe dibêje: „Di nav refên şoreşgerên Komara Kurdistan ya Mahabadê de ala Kurdî min bi destê xwe bilind kir!..“ Ew yek ji wan kesên hîmdarên Komela Jêkev (J.K.) ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev komele di şiyarkirin û serkeftina tevgera rojhilatê Kurdistanê de roleke girîng lîstiye. Wî hevalbendî û hevkariya Serhildana Agirî û ya pêşengê wê Îhsan Nurî Paşa jî kirye. Ew bi helbestvan û ronakbîrên Kurd yên nemir wek Qedrî-Can, Cigerxwîn, Celaded Bedirxan û Osman Sebrî re jî bûye heval. Ew  profesorekî Kurd bi dehan berhemên xwe yên zanistî bi afirandina wan jî têye nasîn. Ew bi emrê xwe yî dirêj îro li Kurdistana azad dijît.

Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbiyan bersiva kovarê ûsa dide: „Min hem avakirin, hem jî rûxandina Komara Kurdistanê ya Mahabad bi çavên xwe dîtin!..“

Seydayê Eyubiyan, hûn bûne şahidê dîrokeke dûr û dirêj. We avakirin û rûxandina Komara Kurdistan ya Mahabadê bi çavên xwe dîtiye. Hûn dikarin behsa wê dîrokê ji me re bikin?

Prof. Dr. Eyûbiyan:“Ev tevgera sala 1946 an, yanî Komara Kurdistan ya Mahabadê, ji aliyê Komeleya J.K. ve hat lidarxistin. Ji perçeyên dinê jî li başûrê Kurdistanê Komeleya Hêwa, li bakurê Kurdistanê jî Komeleya Hêvî ji bo hişyarkirina gelê Kurdistanê di nav tevgerekê de bûn. Yanî ev komele her çendî yekser bi hev ve girêdayî nebin jî, pêwendiyên wan yên netewî li gel hev hebûn. Komeleya J.K. di avakirin û di hişyarkirina bizava Kurdên Îranê de çalakiyên baş kirin. Paşê jî Rûs hatin ew çalakiyên wan dan rawestandin, nehîştin ku xebatên netewî (milî) bikin. Paşê jî wê navê xwe guhart, di ciyê wê de Hîzbî Demokratî Îran (PDK-Î) ava bû. Hemû endam û alîkarên wê komelê bûn yên ku Komar ava kirin. Ez bi xwe jî endamê wê komelê bûm. Min bi xwe di avakirina Komara Kurdistan ya Mahabadê de ala Kurdî bilind kiriye. Ez wê demê hêj 17-18 salî bûm. Qazî Mihemed û Mela Mistafa Barzanî li ser banê Îdareya Adliyeyê dipeyivîn. Serokê Komeleya J.K. Husein Fayîk jî li wê derê bû. Ev ala Komarê ya ku min bi destê xwe bilind kir, her ew ala bû, ya ku Îhsan Nurî Paşa di Serhildana Araratê de bilind kir; her ew al bû, ku Şêx Mehmûd Berzencî jî li Silêmanîyê bilind kir; her ew al bû, ku nuha kek Mesud li başûrê Kurdistanê bilind kiriye. Li her sê ciyan jî her eynî al bû. Lê li ser arma Komara Mahabadê xencer û guliyê zeytûnê hebûn. Lê paşê ji ser ala Kurdistanê ew xencer û zeytûn rakirin.“ dibêje. (8)

Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbîyan Ji bo Ala Kurdistanê mînakek dîrokî zîndî ye. Ji xwe tu welatparêz û neteweperwer li dijî şiklê û rengên Ala Kurdistanê nîn in. Di nav pir alan de dema mirov lê ninêre bêtirî piran ew bala mirovan dikişîne ser xwe. Ala Kurd hem xweşik û hem jî rengîn e,  ew bi hebûna neteweya Kurd gelek zengîn e! Dijmin li wê dinerin, dipeqin û  dimirin! Kurd û dostên Kurdan jî pê wê şadibin. Ey Ala Kurd! Tu her bijî, heta hetayê!.

Jemal Nebez û dîrokî ala Kurdiustan

(1933 -          )

Jemal Nebez zanyarekî hemdemî kurd e. Di salên 1970 an de ew li zanîngeha Berlînê ya Azad (FU) di Înstîtûta Êranîstîk de, di destpêkê de mîna wanebêj û piştî hîngê mîna Ass. Prof. Dr. ders dida. Beşek ji waneyên wî, Kurdolojî, Farîsî û dîrokê Êran bû. Herwuha dîrokê Êran bû. Min ew di wan salan de naskir û ew bû mamosteyê min jî. Ji Qiralê (Shahê) Kurdistan Shêx Mahmudê Berzencî bigir heya roja îro, ew gelek Kurdên bi nav û deng dinase û hevaltiya xwe bi wan re heye...

Jemal Nebez li ser ala Kurdistanê di meha Tebaxê sala 2008 an de bi min re wusa axaft: „Li ser ala Kurdistanê pir tishtên tên gotin ku ji wana gelek ne rast in. Helbestvan û walatparêzê mezin Hejar ku di dema Komara Kurdistan (1946) de jiya ye û ew bûye dîdarê ala Komara Kurdistan jî. Li ser ala Kurdistanê gotinên  xwe wusa tîne ziman û dibêje: 

    Kurdistanim rengîne,

Beheştî ser zevîne!

  Xakim weku alakem

     Reng sor û spî û şîn e.

Mîna ku em dibînin, di navenda ala Kurdistanê de roj heye.  Ew ji hizra mîtraîzmê hatiye. Dîtina min li ser ala Kurdistan ji zû de heye: Di sala 1951 an de, dema ez li zanîngeha Bexdayê da xwendekar bûm, min Kurdperwerek bi navê Beşîr Muşîr dinasî. Dikanê wî bûyî bû malbenda Kurdên Bexdayê. Rojekê jimarek pir bi temen hatin dikana Beşîr Muşîr. Di nav wan de yê temenê xwe herî xort ez bûm. Ew roj, roja Cejna Newreozê bû. Wê demê pîrozkirina Newrozê ne fermî bû li Iraqê! Pîrozkirina Newrozê li Başûrî Kurdistan di dema Şoreşa Eylûlê de (1969/1970) bû cejnek serbest û fermî. 

Kesên di civînê de beşdar bûyî, hemî bi hevra rabûn û em hemî çûn mala parêzer Maruf Ciyawuk. Ew ji xelkê Hewlerê bû. Di sala 1927 an de li Bexdayê Yana Serkewtinê Kurdan (Kluba Kurd) çêkirî bû. Ji ber ku endamên Klubê kirêya xanî nedayî bûn, ew hatî bû girtin! Maruf Ciyawuk neçar bûyî bû ku li ser deryê mala xwe tabloyek dabîne li ser wê jî ”Yana Serkewtinê Kurdan“ binivisîne!.. Em çûn wî ciyî. Di nav me de Şakîr Mecrum (wezîrê post di dema hikumata Shêx Mahmud Berzencî de) mamoste Refîk Hilmî, serheng Emîn Rewandizî, serheng Arîfê Sor, Refîq Çalak (şoreşger, şanoger, helbestvan, nivîskar), serheng Cemal Arîf Kerkûkî, Abdulqadîr Qezaz, Mela Wahîdî Hewlerî jî hebûn. Pirsyar hatin kirin ku ji bo çi li ser derê Yana ala Kurdistanê nehatiye nişan dayîn! Beşdarên civînê ji wan her yekî ji xwe tiştek gotin! Gotûbêja ala Kurdistan derket holê. Herkes reyek digotin ku ew ji hevdu cuda bûn.  Şakîr Mecrum dest bi axaftina xwe kir û wusa gotina xwe berdewam kir: „ Ala Kurdistan ji şerê cîhanê yekemîn vir de heye û ji aliyê hozan û niştîmanperwerê Kurd Ahmed Muxtar Caf ve cara yekem li Helepce hatiye çêkirin.  Piştî şerê cîhanê Mêjer Noel (efserî hêzên Brîtanya yên li Silêmaniyê bû) ew ala heyî li Silêmaniyê birî bû, bo Bakurê Kurdistan. 

Qralê Kurdistanê Şêx Mahmud Bercencî

Şêx Mahmud li ser Noel sala 1956 an gava em çûn dîtina wî, ji me re wusa got:“Ew mirovekî baş û alîkariya Kurdan dikir!“ Şakîr Mecrum gotina xwe wusa berdewam kir: „ Xor (roj) ji çi hatiye? Eva li dijî heyfê Osmaniyan bû ku ew li cem wan sembolek bû. Kurdan roj bi xwe re mîna sembol bi kar anîne.“ Çonku bîrûbaweriya Ahmed Muxtar Caf wusa bû ku Kurd rêzî tiştek digirin ku bikare bibexşe. Xor, germ e, ronahî dibexşe. Lê heyv jî ew ronahî digire. Ew bi xwe sar û tarî ye!..“ Şakîr Mecrum digot: „Rengên ala Kurdistan ji rengên siruşta Kurdistan hatine girtin. Kurdistan kesk û sor û spî ye! 

Mamoste Jemal Nebez dibêje: „Dozê Xor (ro, roj) tiştekî pir kevn e, di mîtolojiya Kurd û Mezopotamyê de. Di salên 1920 an de Reşîd Şewqî, Saleh Zekî Sahîbqiran li Bexdayê kovarî „Diyarî Kurdistan“ derdiêxistin. Kekê Reşîd mirovekî niştîmanper bû, di serdemê xortî de ew efsarî Osmaniyan bû li navçeyê Hewreman de. Gelek zanîna kevn û çavkanyên girîng li cem wî hebûn. Wî bi min re got: „Ew alaya Kurdan heyî serdemê cengê cîhanê yekemîn vir de heye.“ Ew jî rastiya gotinên Şakîr Mecrum  teyîd dike...“ 

Şakîr Mecrum

(Wezîrê poste di dema hikumatê Şêx Mahmud Berzencî de)

Di sala 1960 î de Mîr Kamuran Bedîrxan ji Jemal Nebez re dibêje: „Ew ala Kurdistan di serdema peymana Sevrê vir de li ser tête axaftin. General Şerîf Paşa (eslê xwe ji Silêmaniyê ye û li Stenbolê û Stockholmê jiya ye) di peymana Sevrê de wî, Kurd bi wê ala temsîl kirye. 

Mamoste Mehemed Qizilcî Turcanî heval û hevkarê Simko Axa bû. Wî li Urmiyê rojnameyê „Rojî Kurd“ weşandiye. Di salên 1950 î de Mamhostey Kolecî Şerîetê Îslam li Bexda bû, ku zû zû dihatî dikanê hostad Beşîr Muşîr. Ez jî carna waneyên (ders) wî de beşdar dibûm û min jî guhdarî dersan dikir. Carekê mamhoste got, ew ala serdemî Simko de li rojhilatî Kurdistan hebû. Qizilcî direje da bi gotinê xwe got: Dr. Ezîz Zendî (Bokan) di sala 1937 an de „Komelê Azadîxwazî Kurdistan“ li rojhilat çêkir. Ew komel piştî çend salek kêm têk çû. Ala Kurdistan cem Ezîz Zendî bû. Piştî wê, ala Kurdistan kete destê komela bi navê (J.K.). Weneyê xor tenê li ser kovara wan ya bi navê „Niştîman“ hebû. Wan nedizanîn yê komarê Kurdistan bi zûyî çêdibe. Lê komar çêbû. Shunda ew xor û rengên sor û spî û şîn bûn bingeha ala Kurdistan. Li pêş çil salî berê em li Ewrûpa di civîn, semînar û Newrozan de ew ala her dem dadinan. Ew demên borî de kesên Kurd ku xwe pêşverû, çepajo didîtin dema me ew ala pîroz radikir û şanî dida wana bi me henek û siqefên xwe dikirin... 

Lê herkes îro dibîne ku ala Kurdistan bi fermî û bi teybetî bûye ala xelkê Kurdistan. 

Serokê Dewleta Kurd Ya Federal

 Mesûd Barzanî

Serokê Dewleta Kurd Ya Federal Birêz Mesûd Barzanî îro ew ala Kurd ya ku bi salan e ji bo wê xwîn têye rijandin roj bi roj li ser erda bav û kalan wê bilindtir dike. Ne Kurd tenê, îro dijmin jî vê rastiyê dibînin û bi ew hebûna ala Kurdan ya evra û pîroz baweriya xwe tînin û  bejna xwe li ber wê ditewînin. Ew ala Kurdistanê ya îro heyî hemî Kurdan hembez û temsîl dike. Di ew helbesta bi navê ala Kurd de bi regên Kurd yên hêja ala Kurdistanê hatiye nişandayîn. Di ew helbesta dirêj de mizgîniya sazbûyîna Dewleta Federal ya Kurdistanê usa hatiye nivîsin. Lê dema ew gotar hat nivîsîn gotina „Kurdistanê Çê Be!“ ez dikarim bi dilxweşiya xwe ya îro bêjim: ”Îro Kurdistan çêbûye. Lê ewê çawa baştirîn bigîhîje sînorên xwe û yê çawa bêye parastin?.. “

Serokê Komara Iraqê Mam Celal û Serokê Dewleta Kurd Ya Federal Birêz Mesûd Barzanî

Kurd bi navê wan

Îro li cîhan

Bi fermî tên

Nasîn!

Dem hatiye ku êdî Kurd hevdu hembêz bikin û li hemî serokên xwe xwedî derkevin! Ji bo vê jî yekîtiyek netewî ji Kurdan re şert e, ku Kurdistan jî wê demê avabe û çêbe...

Dîmena Ala Kurdistan 

(Bi teknîk hatiye çêkirin)

Nîgar (Fîgur) 1

Bi hendaz çêkirina dîmena Ala Kurdistan

Nîgar (Fîgur) 2

Dîmena rojê û ya tîrêjên (21) rojê di navenda alê de

Nîgar (Fîgur) 3

Dîmena hendeze ya rojê û tîrêjên (21) rojê di alayê de

Nîgar (Fîgur) 4

Dîmena çêkirina rojê û 21 tîrêjên rojê bi teknîka hendeze

çawa çêdibin di nîgara jor de xûya dibe.

 

Nîgar (Fîgur) 5

Dîmena Ala Kurdistan Ya Resteqîn

(Roj û 21 tîrojên wê bi çêkirina teknîka hendeze)

Çavkanî:  

1) Ala Kurdistan, Mahmûd Lewendî, Ek polîtîka, hejmar 130,  26.02. 2000 

 2) Ala Medan, Lokman Polat, Rojnameya Hêvî, hejmara teybetî 2; 06.03.1999

3) Ala Kurdan û ya Medan, Karîm Zand, Ozgur polîtîka, Elmanya, 18.02.2004

The National Flag of Kurdistan, by: Dr. B. A. Eliasi, and Prof. Mehrdad Izady

4) Hawar (1932-1943), No: 9, 30 Îlon 1932

5) Hawar, Kovara Kurdî-Revue Kurde, kurdish Journal, Nos.24-57 

Damascus (Şam)/Syria, 1975

6) Dîwana Osman Sebrî, A. Balî, Weşanên Apecê, Stockholm, 1998

7) Komara Kurd Ya Mahabadê, William Aegleton, Weşanên  Koral, Stenbol, 1962

8) Dema Nû, 21 Tîrmeh 2005 / Diyarbakir (Amed) hejmara  111

9) Ew hevpeyvîn bi Mamhoste Dr. Jemal Nebez re bi amadekarê lêkolînê ve di Meha Tebaxê 2008 an de li Berlinê hatiye amadekirin û cara yekemîn têye weşandin. 

10) Ala Kurdistan, A. Balî, Pena Kurd, 2007

   Abuzer Balî Han   Lêkolîner

24.12.2015

 

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket