PYD`ê bû bi endamê Socialist International

kurdistani 10:02 AM - 2015-11-29
 PYD`ê bû bi endamê Socialist International

PYD`ê bû bi endamê Socialist International

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)`ê bi fermî bû bi endamê Rêxistina Socialist Internationalê.

Di kongireya Socialist International ya ku li Angolayê  birêve nçû, PYD`ê wek sêyemîn Partiya ku di wê kongireyê de hatiye pejirandin bi piraniya dengan hat hilbijartin.

 Di roja 27-28-11-2015`an li welatê Angtolayê kongireya rêxistina Socialist International bi serokatiya serokê rêxistinê rêzdar Luis Ayala hat lidarxistin û di encamê de, 18 partiyên nûh li ser asta welatên cîhanê li her pênc qareyên cîhanê wek endamên fermî û herdemî hatin hilbijartin û pejirandin.

Di wê barê de, endamê komîteya rêvebir ya ragihandina giştî ya Partiya Yekîtiya Demiopkratîk PYD`ê Îbrahîm Îbrahîm jiajansan re ragihand ku Partiya wan ku bû bi endamê fermî û herdemî ya rêxistina Socialist International, destkefteke mezin e û serkeftineke bê wêne ye ji doza gelê Kurd yê rewa re.

Îbrahîm aşkire kir ku ev pêngav wê di xizmeta çaresekirina pirsa kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de be û gelaek watedare ku serbarî ewqas êriş û tmaet û tiştên ne rêk ji aliyê Tirkiyê û hinek aliyên din ve li dijî PYD`ê dihatre birêvebirin, lê îro encama wê berevajayî daxwaza wan bû ku dixwastin partiya me têkin nava lîsteya terorê, lê di kongireya Angolayê ya Rêxistina  Socialist Internationalê bersiva neyartiya wan dewlet û alî daye.

Her weha çavdêrên siyasî û dilgeşiya xwe dane nîşandan û ew pêngav bi pêngavekî dîrokî ji bo Rojavayê Kurdistanê nirxandin.Her çiqas ev partiya rastî êriş û neyaertiya oposizyona Sûrî û komên terorîst wek DAIŞê û Eniya Nusreyê û Ehrarê Şamê, lê her liberxwe da û xwedî li gelê kurd yê li Rojavayê Kurdistanê derket û digel wê jî, alîkariya xelkên me yên kurdî êzîdî li Şengala pîroz kirin tako ji hovêtiya DAIŞê rizgar bibin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket