Çeteyên DAIŞ’ê zarokan fêrî kuştina mirovan dikin

kurdistani 10:08 AM - 2015-10-07
Çeteyên DAIŞ’ê zarokan fêrî kuştina mirovan dikin

Çeteyên DAIŞ’ê zarokan fêrî kuştina mirovan dikin

Komên çeteyên DAIŞ’ê zarokan ji bo serjikirina mirovan û pêkanîna êrîşên xwekujî perwede dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê ji Minbicê hatin wergirtin, komên çeteyên DAIŞ’ê zarokên bajarê Minbicê û herêmên derdora wê ji bo pêkanîna kuştinê û êrîşên xwekujî perwede dikin. çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan roja 15’ê îlonê dest bi perwedekirina zarokan kiriye. Çavkaniyan dan zanîn ku çete dersên ku dê çawa welatiyan serjibikin , her wiha dê çawa xwe biteqînin, an êrîşên xwekujî pêk bînin perwede dikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku çetean dibistanên bi navê El-Şabab a kurikan veguhezîne navenda û di wir de biryaran derheqê welatiyan de distînin, Dibistana Zêdan jî kirine navend.

Komên çeteyên DAIŞ’ê Adara 2013’an ketin bajarê Minbicê û bi temamî ji destê komên çekdar ên li wê herêmê derxist. Di Minbicê ya 60 kîlometrî başûr rojavayê Helebê dikeve de kurd û ereb bi hev re jiyan dikin.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket