Pêwîste şandeke derbarê aboriyê ji Herêmê bo Baxdayê bê şandin

kurdistani 07:43 PM - 2015-10-06
Parlemanter Ahmed Hacî Reşîd

Parlemanter Ahmed Hacî Reşîd

Biryardayê lecneya aborî ji hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike şandeke bo Baxdaya peytext bê şandin da ku li ser pirojeya yasayî ya aborî gotûbêjan bikin .

Parlemanter Ahmed Hacî Reşîd ji PUKmedia re roja sêşemê 06-10-2015 ragihand : pêwîste şandeke ji hikumeta Herêma Kurdistanê bo Baxdaya peytext bê şandin , û helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pirojeya yasayiya aborî diyarbike û nêrînên xwe derbarî pehra Herêmê û yên fermanbarên pêşmergan nîşan bide herwiha mijara nefta şandî jî bê gotûbêj kirin .

Reşîd tekes kir ku ew şanda Kurdî li ser pirojeya aboriyê     wê xwedî bandor be û ta niha jî hikumeta Herêma Kurdistanê ti nêrîn û pêşinyar diyar nekiriye .

Tê zanîn di dehê vê mehê de wê qaxeza pirojeya aborî radestî meclisê bibe da ku xwendin li ser bê kirin . 

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket