KCK: Me xwe nêzî jiyana azad kir em berxwedanê bilind bikin

kurdistani 04:54 PM - 2015-10-06
KCK: Me xwe nêzî jiyana azad kir em berxwedanê bilind bikin

KCK: Me xwe nêzî jiyana azad kir em berxwedanê bilind bikin

 Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, derbarê terora AKPê ya li bajarên Kurdistanê dimeşîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCKê, hovîtiya li cenazeyên ciwanên Kurd tê kirin bibîr xist û banga bilindkirina berxwedanê li gelê Kurd kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêwîste hêzên demokrasiyê jî bi gelê Kurd re tevbigerin û li ber xwe bidin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP’ê tevî ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de ji desthilatdariyê ketiye jî, li hemberî gelê Kurd ê ew ji desthilatdariyê xist, êrîşên faşîst dimeşîne.

KCK’ê bal kişand ser terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd û got, “Her roj zarok, jin, extiyar mirovên me tin kuştin , bi dehan siyasetmedar û endamên rêxistinên civakî yên sivîl bi operasyonên qirkirina siyasî re digire. Bi vî rengî hewl dide xwe li desthilatdariyê bihêle. Ev yek nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê Kurd, şerekî topyekûn daye destpêkirin. Di rewşa heyî de, ji salên 1990’î bêhtir serî li rê û rêbazên bi plan. 

KCK’ê da zanîn ku AKP ji bo astengiyên li pêşiya desthilatdariya xwe ya faşîst a hegemonîk ji holê rake, êrîş dike û ev xal destnîşan kir: “AKP, bi van êrîşan re dixwaze vîna gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bişikîne. Zîhniyet, polîtîka û pêkanînên hemû desthilatdariyên faşîst bi vî rengî bûne. Xweranegirtina li hêzên demokratîk, nenaskirina pêwîstiyên demokrasiyê, rêxistinbûyîna demokratîk û vîna demokratîk a gel, bûye karaktera desthilatdariyê bi vî rengî. Lewma nepêkane ku mirov li bendê bin, ev desthilatdarî van pêkanînan biterikînin. Desthilatdariyên bi vî rengî yên faşîst, ancax bi destwerdanê re dikarin bên qelskirin. Desthilatdariyên faşîst, dema li hemberî xwe têkoşînê nabîn, hîn bêhtir har dibin û êrîşên xwe zêde dikin. Pêkhatina azadî û demokratîkbûyînê li Tirkiyeyê, bi têkoşîna tevahiya gelên Tirkiyeyê pêkane. Gelê Kurd bi dehan salane têdikoşe û vê têkoşîna xwe didomîne. Bêguman desteka gelên Tirkiyeyê ya ji bo vê têkoşînê di salên dawî de li gorî dema bihurî, zêdetir bûye. Lê belê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê, pêwîstî bi hîn bêhtir têkoşînê heye.”

KCK’ê, hovîtiya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin bibîr xist û got, “Li Şirnexê, bi erdê ve kaşkirina cenazeyekî ciwanê Kurd ê bi werîs li pişt wesayîta zirxî ve hat girêdan, rojane qetilkirina çend mirovên Kurd li nava bajar, bajarok, tax û kolanan, bombekirina bajaran bi tank û topan, di heman demê de ji bo rewşenbîr, nivîskar û gelên Tirkiyeyê pirsgirêka wijdan û rûmetê ye. Di dem û rewşeke ku li Kurdistanê êrîşên bi vî rengî dewam dike de, nepêkane nivîskar, rewşenbîr, hunermend û gelên Tirkiyeyê bi dilrehetî rakevin. Ji ber vê yekê divê li hemberî êrîş, mirin, şewitandin, hilweşandin û girtinên li Kurdistanê diqewimin bêdeng nemînin; mil bidin milê gelê Kurd û li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînê bilind bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku êrîşên qala wan tê kirin, ne bi tenê li dijî bajar an jî bajarokekî ye, li hemberî tevahiya gelê Kurd e û hat bibîrxistin, ku biryara şerê heyî yê AKP’ê, di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye wergirtin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Girîng e gelê Kurd jî, ciwanên Kurd jî, jinên Kurd jî bizanibin ku ev êrîş ne li hemberî bajarekî, ne li hemberî bajarokekî ye; êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Biryara vê êrîşê di civîna MGK a 30’ê Cotmeha 2014’an de hat wergirtin û bi vê yekê re tê xwestin, vîna zane û rêxistinbûyî ya gelê Kurd were şikandin. Biryar hatiye dayîn ku heta vîna Kurdan bi temamî bê şikandin, ev êrîş were meşandin. Ji ber vê yekê ye radibin her roj dibêjin; ev operasyon wê heta dawiyê bidomin, heta ku em serî li wan bidin tewandin wê ev êrîş sist nebin. Tiştekî bi tenê ye ku dikare li hemberî vê rewşê bê kirin; mîna Mazlûm Dogan bêjin ‘Berxwedan Jiyan e’ û heta dawiyê li ber xwe bidin. Mîna Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bêjin ‘Bi qasî ku di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin em ji jiyanê hez dikin’ û ji bo jiyana demokratîk û azad têkoşînê bilind bikin. Weke ku hemû berxwedêrên me nîşan dan, ‘Berxwedan mirovan bi ser dixîne, teslîmiyet mirovan dixin nava xiyanetê’ divê em berxwedanê xurt bikin û vê têkoşînê bi ser bixînin.”

KCK’ê da xuyakirin ku azadî ji her demê bêhtir nêzîk e û bang li tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir, ku berxwedanê bilind bikin.

“Ji her demê bêhtir em îro nêzî jiyana azad û demokratîk bûne. Gelê me ji her alî ve serdema xwe ya herî rêxistinbûyî, herî têkoşer û herî xurt dijî. Tevahiya cîhan jî vê hêza têkoşîna me ya azadiyê teqdîr dike û weke hêza herî dînamîk, hêza herî bi bandor a azadîxwaz û demokratîk a Rojhilata Navîn qebûl dike. Dema me ev hêza xwe xistin nava tevgerê, hingî ti hêzeke faşîst a paşverû, nikare li ber vê vînê bisekine.

Di demeke bi vî rengî ya dîrokî de em bang li gelê xwe, ciwanan û jinan dikin, ku li hemberî êrîşên li dijî vîna xwerêveberiyê ya gelê me, li her cihî rabin ser piyan, têkoşînê bilind bikin û êrîşan bişikînin. Gelê me yê têdikoşe wê bi ser bikeve, hikûmeta AKP a êrîşî gelê me dike wê têk biçe, mîna hemû desthilatdarên paşverû û faşîst, wê di nava hêzên dîrokê yên mirov ji wan şerm dikin, cihê xwe bigire.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket