Duran Kalkan; Rusiya dixwaze destkeftên Kurdan bidize

kurdistani 02:30 PM - 2015-10-06
Duran Kalkan; Rusiya dixwaze serkeftin û destkeftên Kurdan ji xwe bidize

Duran Kalkan; Rusiya dixwaze serkeftin û destkeftên Kurdan ji xwe bidize

Duran Kalkan di barê destêwerdana serbazî ya Rûsiyayê de wiha got; Rusiya dixwaze serkeftin û destkeftên Kurdan ji xwe re bidize.

Endamê rêveberiya PKK`ê Duran Kalkan di daxuyaniyeke xwe da ragihand ku hatina Rûsiya bo nav Sûriye ne ji bo berjewendiyên xelkê kurd û Sûriye û ti kêşeyan çaresernake.

Kalkan aşkire kir ku ev demeke gelek serkeftinên mezin û girîng ji aliyê hêzên Kurdî li dijî DAIŞê pêkhatine û nimûne jî li Kobanê û Şengalê û cihên din û her berdewamin, lê destêwerdana leşkerî ya Rûsiyê bi vê awayî wek dizîna destkeftên kurda ye û ev yek ti aloziyan çareser nake û belkim kûrtir bike.

Endamê komîteya bilind a rêveberiya PKK`ê Duran Kalkan di axiftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku YPH-YPJ`ê hêzên rewa yên Rojavayê Kurdistanê ne ku ev çendîn salin şerê terorê û çeteyên DAIŞê dikin û eger her hêzek bixweze şerê DAIŞê bike pêwîste hemahengî bi YPG`ê re bike û ji bilî wê yekê ew destêwerdana bê destur ne raste û wê bibe sedema dizîna destkeftan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket