Bi rastî jî ((Seyr)) e!

kurdistani 12:48 PM - 2015-10-05
Dildar Şeko

Dildar Şeko

Dildar Şeko

Li Başûrê Kurdistan, ev serê 23 salan e rêveberiyek nîvco ya bi nasnameya Kurdî heye.

Ev serê 23 salan e,ji aliyê deverên peywendîdar yên Başûrî ve, bêyî şirovekirina helûmercên pêdivî yên navxweyî û dereke,bêyî amadekirina bingeha dewletbûnê ku xurtkirina hestê netewî û yekgirtina mala kurdî ye, peyva `Serxwebûn` û `Dewleta Kurdî`, dem bi dem dikeve rojeva civakê.

Bi taybetî jî di van 10 salên dawî de, her ku ev rêveberiya nîvco tengav dibe peyva `Dewleta Kurdî`, ji nişka de û bi şêweyekî herî herzan, herî bê serûber dadikeve kolanan.Belê hemî caran jî çend rojekan germ dibe, disincire, hêdî hêdî sar dibe û wekû duruşma `Kerkûk Dilê Kurdistan e` `Dewleta Kurdî jî` dihête ji bîr kirin.

Ji nişka de bilêvkirina van duruşman meriv dixe jêr gumanan. 

Gelo; bikaranîna bêwext ya ev duruşmên qelew, bi armanca propaganda ye?!

Bi rastî jî Seyr e!..

Vêca em vegerin realîteya veşartî ya `Dewletbûn`a Başûr.

Rast e, ev serê 23 salan e, digel ku ji bo amadekirina dewletbûnê hîç kar û tevgerek ciddî nehate kirin û dewletek bi nasnameya `dewleta Kurdî` li hember yar û neyaran nehate ragehandin jî, lê li rûzemîna Başûr gelek `dewlet` hatine avakirin.

Yek ji van gelek dewletan, dewleta `Sêmalka` ye.

Ji roja destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistan, gelek kesatî, şandeyên siyasî, rêxistinên civakî, tendurustî û her wusa, şandeyên Kurdî û yên welatên dereke, ji bo derbasbûna Rojava seredana dewleta Hewlêrê kirin. Hinek ji van kesatî, şandeyên Kurdî û yên dereke karîn destûrê ji dewleta Hewlêrê werbigirin û hinekan jî nekarîn. 

Sererayî destûrdayîna dewleta Hewlêrê ya ji bo şandeyên ku dixwestin derbasî Rojava bibin, dewleta Sêmalka (ya bi ser Federasyona Başûr ve), bêyî pûtekirina bi fermana destûrdayîna `Dewleta Navendî ya Hewlêrê`, li dûv dilê xwe reftarê dike.

Berî bi 2 salan, Dayîkên Aştiyê û Parlementerên Bakûrî bi serperiştiya xebatkara bêwestan Aysel Tuxluk, digel hebûna destûra Hewlêrê jî, ji layê dewleta Sêmalka ve bo wan rê nehate dayîn ku derbasî Rojava bibin.

Di vî warî de nimûneyên balkêş gelek in.

Duhî (03-10-2015), Şandeyek Îtalî ku ji 14 kesan pêkhatibû û her yek ji van 14 kesan li welatê xwe nûnerîtiya rêxistinekê dikin, sererayî destûrdayîna Hewlêrê, bi armanca derbasbûna Rojava rewaneyî Sêmalka dibin.

Belê digel hebûna hemî formulên fermi jî, ev şande ji layê rêveberiya dewleta Sêmalka ve hatin astengkirin û ber bi paş de bo Hewlêrê hatin hinartin. 

Bi armanca protestokirina ev biryar û reftara pêkenok ya her du rêveberiyên Hewlêr û Sêmalka, ev şandeya navbirî, îro (04-10-2015) li ber Parlementoya `Federasyona Başûr` kom bûn.

Bi rastî jî Seyr e!..

Her çende peyva `Seyr` di hunerê siyasetê de cih nagire jî, lê ji bo kar û tevgerên siyasî yên çewt meriv dikare bi kar bihêne.

Bikaranîna reftarên wusa ne li rê û dûrî ciddiyetê, gelo rêveberiya Başûr hay ji xwe heye ku li ser navê `Kurdayetî`yê peyamên metirsîdar dide?

Her peyamek siyasî du navnîşanên xwe hene.

1- Ji bo yaran

2- Ji bo neyaran

Bêguman bê çawa her peyamekê du navnîşanên xwe hene, her wusa du bersiên xwe jî hene!.

Li hemberî ev peyama xwe, tu ji birayê xwe yê Rojavayî bendewarê bersivek çawa yî? Bi van kar û kiryarên xwe yên berovacî, tu dê bi çi rûyî bikarî bi birayê xwe yê Rojavayî re li ser maseya niştîmanî dabinişî? 

Li hemberî ev peyama xwe, tu ji `Hevpeyman`ê xwe yê dereke bendewarê bersivek çawa yî?

Heger rêveberiyek xwedî rabûriyek dûr û dirêj be (ke hûn xwedî rabûriyek wusane), bêguman ev rabûrî dê pir be ji ezmûnî û serpêhatiyan.

Bêyî derbasî rabûriya xwe ya dûr bibî, li rabûriya xwe ya nêzîk baş bipûnije, tu dê bersiva hevtayê peyama xwe yê dereke ya ku ji kevçîka dilê wî derdikevebi asanî bibînî.

Bersiva wî tenê `aferîn`eke zuwa û kenekî koledarî ye!?

Bi rastî jî Seyr e..

PUKmedia

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket