Bayîk Turkiya bi şerê li ser PKK dixwaze DAÎŞ bihêzbike
kurdistani 12:19 PM - 2015-10-05Bayîk Turkiya bi şerê li ser PKK dixwaze DAÎŞ bihêzbike
Hevserokê koma civakên Kurdistanê Cemîl Bayîk ragihand ku tevgera wan berevaniyê di ber gelê xwe de dike û ta niha ji sedî deh ji hêza xwe bikar ne aniya ,rêxistina me azadî û demoqrasî xwaze lê şerê dewleta Turik li dijî PKK piştgiriya DAÎŞê ye .
Di axavtinên xwe de ji rojnameya Alaxbar ya bi zimanê Arebî belav dibe, Cemîl Bayîk Hevserokê koma civakên Kurdistanê di derbarê şerê ku anha li darketiya got : ev ne şerekî nûye Turkiya biryara vî şerî di civata ewlehiya netewî 30 cotmeha 2014an de bi beşdariya îstixbarata Turkî dabû , tevî ku di wê demê de hevdîtin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Ebdullah Ocelan birêvediçûn lê siyasetên Turkiyayê ji riya çareserkirina pirsa Kurd li bakûrê Kurdistanê dûrbû , piştî ku Kurdên bakûrê Kurdistanê êrîşên hovana yên çeteyên DAÎŞê bi riya xwenîşandana ret kirin êdî hikumeta Turkiya rastiya tevgera azadîxwaz ya kurdan naskir ji ber vê yekê neçar ma şer li dijî kurdan ragihîne.
Ji aliyekî din ve nerazîbûna Erdoxan li ser hilbijartinên 7 huzeyranê agirê vî şerî gurtirkir , hikumeta îtilavê jî saznekir û derfeta sazkirinê neda tu kesî .
Bayîk tekez kir ger dewleta Turik ji PKK bixwaze çekan berda wê şer dijwartir bike ger êrîş jî li ser sivîlên Kurd berdewambe , sînorê şer li navçeyên Kurdan tenê nayê rawestandin lê li seranserî Turkiya wê belav bibe .
Hevserokê KCK amaja kir : em ne li dijî çareserkirina aştiyane bo pirsa gelê Kurdin lê AKP berpirsiyara serekr ye di kirîza Sûriyê de .
Bayîk destnîşankir : şer û rawestandina şer bi rola Ocelan di pêvajoya aştiyê de tê girêdan
Diderbarê rola Emerîka Bayîk ragihand ku tevî Emerîka dibêje em dûrin ji şerê Turkiya û PKK lê ev nayê wê watê ku êrîşên Turkiya ne piştî hevdîtinên wê li gel Emerîka destpêkir û bikaranîna Encirlîk bû , herwiha tu şermezarkirin ji aliyê Emerîka ve nehat dîtin .
Bayîk dubare kir : Turkiya piştgiriya rêxistinên terorîstî dike û Emerîka jî ta niha DAÎŞ ji xwe re nekiriya armanc . Di derbarê hilbijartinên pêşwext, şer bi awayekî rast rast li ser dergên AKP bandor dike.
Li rojavayê Kurbistanê jî tevî zor û zehmetiyan lê Kurd li wî perçê kurdistanê jiyaneke azad wê bi destbixin .
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22 -
Serok Komarê: Em piştgiriya xwe ji bo rojnamegeran nû dikin
10:19 AM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
12:36 PM - 2024-04-22
Qubad Talebanî: Em ê azadiya çapemeniyê biparêzin
09:46 AM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî: Em ê azadiya çapemeniyê biparêzin
Kurdistan 09:46 AM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
Serok Komarê: Em piştgiriya xwe ji bo rojnamegeran nû dikin
Êraq 10:19 AM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23