Ji Evîna Rojên Kevin -25-Konê Reş

kurdistani 02:57 PM - 2015-10-03
Konê Reş

Konê Reş

Wek berê jî min gotiye di gundê min de kesî bi zimanê erebî nizanîbû, lê hina zanîbû Quranê bixwînin, bê ku jê fam bikin. Dor 40 malî li gund hebû, xelkên wan malan tev bi hev ve girêdayî bûn; di nexweşiyan de serdana hev dikirin, di şahiyan de beşdariya hev dikirin, biçûk û mezinan hev nas dikirin, her malekê rewşa mala din ya aborî, civakî û problemên wê nas dikir.

Alîkariya hev dikirin, hev diqedandin û pere bi deyin didan hev.. Ku metirsiyek bihata ser gund, tevan bi hev re bervedêrî di ber gundê xwe de dikirin.. Ez nabêjim ku zikreşî, çavnebarî û nakokî di nav gundiyan de nebû, ew jî, ji ber xeşîmî, feqîrî, cahalet û nezaniyê bû.. 

Ji rexekî din ve xelkên gundê min jî, wek pirraniya xelkên gundên Beriya Mêrdînê, her êvara pêncşembê jin û kalemêrên gund diçûn ser gir, serdana miriyên xwe dikirin û pêre jî şîva miriyan li malên feqîr û belengazên gund belav dikirin..

Di gundê min de roja çarşembê wek roja bêhinvedanê bû, di vê rojê de kesî cil, caw û serê xwe nedişûşt.. Hem jî, li gor baweriyên xelkên gund çenedibû ku kes avê bi ser agir de dake an tif li agir û agirê tifikê bike, digotin gunehe..! ku hin ji hev aciz dibûn, wek van gotinên nexweş ji hev re digotin: (Ûcaxê te vemre), (Ûcaxê te kor bibe), (Mala te li mîratê bigere).. an ji hev re digotin (Filankes ûcaxê wî hene, xwe jê bistirînin) û wiha gelek ji baweriyên di vî terzî de mezinan ji hev re digotin. Hingî, ew pêşketina ku li bajarê Qamişlo hebû hêj negîha bû gundê min û nû Radiyo û Fonograf derdiketin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket