Ş. Barzencî ji PUKmedia`yê re; Bi tenê rêgirtin li pêşya azadiya mirovekî bê tawan, reftareke pir çewte

kurdistani 02:22 PM - 2015-10-03
.

.

Hunermedê karîkertorvanê kurd yê naskirî, Şahîn Barzencî rewşa girtin û milmilaniya polîsên Tirkî ji wî û hevalên wî re dipeyîve û aşkire dike.

Şahîn Barzencî jidayîkbûna sala 1982`an li Rojavayê Kurdistanê kantona Cizîrê ye û kolîja Hunerên Jiwan bi dawîkiriye û wek karîketorvanekî jêhatî yê kurd di nava liv û xebatê de ye û ew bi bê alî nêrîn û helwestên xwe nîşan dide û ew ne alîgirên perçebûna rêzên Kurda ye û herdem karê wî ji bo yekîtiya Kurda ye. Me wek PUKmedia`yê bi girîng zanî ku em bi wî ciwanî ku niha di bin mandina neçarî de ye hevdîtinekê pêşbixin tako em ji nêzîk ve rewşa wî mû yê 400 penaberên Sûrî ku ji aliyê polîsên Tirkan ve hatine binçavkirin û bi bê tawan û sedem.

Ev jî mnaveroka bersivên rêzdar Şahîn Barzencî ji PUKmedia`yê re ye; 

PUKmedia: Sedema girtin û dorpêçkirina we bi komî li Osmaniyayê çi bye.?

Ş. Barzencî; girtina me bi awayekî heremekî hat kirin, û penaberên Sûrî yên ku li qada Basmanê li Izmîrê kombibûn kir armanc, wata nasnameya me ya Sûrî sedema girtina me bû ji aliyê hêzên ewlekarıyên Tirkiyê.

PUKmedia: Gelo ma bi awayekî yasayî an jî bi awayekî serbazî hûn xistin wê cihê ku mîna zîndana..?

Ş. Barzencî; Tu yasayeke Tirkî yan navdewletî, rê nade girtin û binçavkirina penaberekî sivîl bê tawanekî diyar, herweha tevayiya girtiyan bi awayekî fermî derbasî axa Tirkiyê bibûn, û hin ji wan jî xwedî "Kimlik" wata îqame bûn.

PUKmedia: Gelo ew nizanin ku tu yek ji wan kesên rewşenbîr û wênekêş û karîkartêrvanî..?

Ş. Barzencî; Bi tenê rêgirtin li pêşya azadiya mirovekî bê tawan, reftareke pir çewte, û tevlî wê yekê jî em kelepçekirî wek Terorıstan ji Izmîrê heta Osmaniyê hatin veguhestin.

PUKmedia: Ew çawa nêzîk we bûn û niha çawa nêzîk we dibin û çi ji we dixwazin.?

Ş. Barzencî; Hêzên ewlehiya Tirkiyê di heyama lêpirsînê de, tu itîbar nedan kar û asta rewşenbîrî û zanistî ya girtiyan, di nav me de, rojnamevan, hunrmend, qazî û çalakvan hene, li tenişta qaçaxçî, diz û tawanbaran, di heman cihî de hatin komkirin.

PUKmedia: Hûn dikarin rewşa niha ya jiyana we li wê derê ji PUKmedia`yê re şirove bikin ?

Ş. Barzencî; Rewşa me pir xerabe, bi tenê mafê xwarin û razanê li dest me de heye, serdana dost û xizman, dîtina parêzeran, û naskirina tometên ku rastî me hatine kirin, li vî cihî qedexe ne.

PUKmedia: Daxwaza we ji raya giştî ya kurdî mû Sûrî û rêxistinên sivîl û mirovî çi ye?

Ş. Barzencî; Bi hêvî me ku rêxistinên navdewletî, bi zûtirîn dem, mîkanîzmekê ji bo şopandina rewşa penaberên Sûriyê li her deverî peyda bikin, ji ber ku binpêkirinên ku deheqî wan li welatên dirawsê tên kirin, ne kêmî binpêkirinên rijêma Esed ın.

PUKmedia: Bangewaziya we ji gelê me û bi taybet ji rewşenbîr û rojnamevan û siyasetvanan re çi ye digel gotina we a dawî..?

Ş. Barzencî; Hemu karek, çi rojnamevanî, sıyaset yan karê rewşenbîrî be, peyameke xwe ji bo berevanî di ber mafê mirovan de ye, hêvîdarim ku rewşenbîr, sıyasetmedar û rojnamevanên Kurd bi wê peyamê re rastgo bin, û ne bi tenê kar ji bo berjewendiyên hizbî û kesayetî kar bikin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket