Li Helebê Eniya Nusreyê taxên Kurdan didin ber moşekan

kurdistani 10:23 AM - 2015-10-02
  Li Helebê Eniya Nusreyê taxên Kurdan didin ber moşekan

Li Helebê Eniya Nusreyê taxên Kurdan didin ber moşekan

Li bajarê Helebê, Eniya Nusre û komên din yên terorîst, taxên Kurdan didin ber moşek û topan.

Ji duuhî ve çekdarên terorîst ên Eniya Nusreyê li bajarê Helebê, taxên Kurdan didin ber top û moşekan û hejmareke xelkên sivîl bûna armanca wan.

Li gor jêdereke agahdar li ntaxa Şêx Meqsûdê ya li bajarê Helebê ku piraniya nîşticîhên wê taxê Kurdin, ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev çend rojin komên terorîst yên bi nav Eniya Nusre-Ehrar El-Şam-Ketîbeya Îmadedîn Zinkî alozî û kêşeyên cur bi cur ji xelkên kurd re derdixînin û rê nadin wan ku ji taxên xwe derkevin cihên din.

Jêdera agahdar di axiftina xwe de got; Em wek gelê kurd bi awayekî pir mirovdostî nêzîkî Ereb û ûTirkman û Aşûr û Sûryan û pêkhatên din yên Sûrî dibin û em hemû netewa û aliyên li Şêx Meqsûdê diparêzin ji êrişên rêjîma Basê, lê mixabin ew komên ser bi Eniya Nusreyê ji duhî ve dest dane bi topbaran û moşekbarankirina taxa Şêx Meqsûdê ku piraniya moşekan li ser malên sivîl ketine û hejmarek ji jin û pîr û kalan birîndar bûne.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket