Li Rojava serdema perwerdeya Kurdî
kurdistani 04:54 PM - 2015-09-29Li Rojava serdema perwerdeya Kurdî
Li Kantona Efrînê Serdema perwerdeyê ya 2015/2016 dest pê kir. Li 300 dibistanî ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî deriyên xwe ji 41 hezar şagirtî re vekirin.
Zarokên Kurd ên bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin di pola 4. de wê fêrî Erebî jî bibin. Sala xwendinê ya 2015/2016 li Efrînê doh dest pê kir. Nêzî 300 dibistanên seretayî, navîn û amedayî bi hemû beşên xwe deriyê xwe ji bo pêşwazîkirina şagirtan, vekirin. Şagirtên dibistanên seretayî ku 31 hezar şagirtin bi cilên xwe yên sor û şîn berê xwe didin dibistanan. Her wiha wê îro şagirtên ji pêkhateyên ereb jî dê di dibistanên seretayî de bi zimanê erebî perwerde bibînin û zimanê kurdî dê ji refa 4’an de dest pê bike û zimanê înglîzî jî dê ji refa 5’an de dest pê bike. Dibistana seretayî jî wê şagirtên kurd hemû kurmancî bibînin. Dîsan cil û meteryalên sala nû li şagirtan hatin belavkirin.
Ji Komîteya Perwerdeyê daxuyanî
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Kantona Efrînê bi boneya destpêkirina demsala xwendinê ya sala 2015/2016 daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de helwestên li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê zikmakî şermezar kir. Her wiha bang li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir ku sîstema xwe ya perwerdehiya civakî ava bikin û diyar kir ku ew amade ne tecrûbeya xwe bi Bakurê Kurdistanê re parve bikin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: „Di vê sala perwerdeyê ya 2015-2016 an a Kantona Efrîn bi guherîn û nûbûnên mezin ve destpê dikin. Lê belê guherîn û veguherînên çêbûyîn encamên ked û tecrûbe, ezmûnên sê salan e. Her wiha di serî de encama ked, fedakarî û xwîna bi hezaran şehîdên doza azadiyên ku wan ji bo ev guherîn li Kurdistanê çêbibin canê xwe yê giranbuha fedakirin. Em jî di bêjin şehîdên me yên mezin di gora xwe de vehesî xewkin vaye xeyalên we pêk tên. Lewre em sîstema sala perwerdeya 2015-2016 di kesayeta şehîdên Kobanê û û Rojava de diyarî hemû şehîdên doza azadiyê dikin. Her wiha em vê sîstema nû li malbatên şehîdan, hemû gelê kantonê, Rojavayê Kurdistanê û hemû xwendevan û mamosteyan pîroz dikin. Em weke KPC-Demokratîk a Kanton a Efrîn berpirsyariya avakirina kesayetên azad yên ku bibin dehatûya civaka kantona Efrîn û rojavayê kurdistanê radikin û piştgiriya hemû sazî, rêxistin û malbatên xwendevanên xwe diwazin ku di sîstema nû de bi saziya xwe ya perwerdeyê re bibin alîkar. Em ê li cihê ku me lê windakirî dîsa ji wir destpêbikin û ji wir biserbikevin.“
Wê Erebî jî were fêrkirin
Di daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê de rêbaz û sîstema perwerdeyê jî wiha hate rawe kirin: „Her wiha îsal heta refa 6 sîstema perwerdeyê bi zimanê dayîkê ye Kurd bi zimanê xwe Ereb wê bi zimanê xwe bixwînin. Di refa çaremîn de Kurd fêrî Erebî, Ereb jî fêrî kurdî bibin û her du pêkhate wê di refa 5 an de fêrî îngilîzî bibin. Ango di dibistanên me yên seratayî de zarokên me bi sê zimanan dixwînin. Di dibibistanên navîn û amadeyî de jî branj-madeyên dîrok, erdnîgarî, ziman û wêjeya kurdî bi zimanê dayîkê ne. 7 peyamangeh jê yek peymangeha dîrok, ziman û wêjeya kurdî, 6 din yên pîşeyî ne. Ew jî peymangeha tendiristî, ya çandiniyê, ya komputer, ya şanogeriyê, rêvebirina kar û ya endezyariyê ne. Her wiha îsal zanîngeha Efrîn jî bi 3 beşên girîng deriyê xwe ji xwendevanên xwe re vekir. Du jûre wêjeya kurdî, yek aborî û yek jî endezyariya elektro mîkanîk e. Heta niha 650 xwendevanên me xwe li van 7 peymangeh û zanîngehê tomar kirine û wê dest bi sala xwendinê bikin. Lewre em bang li hemû ciwanên xwe yên derve û kantonê dikin ku werin di sîstema xwe de xwendina xwe bidomînin. Serkeftin wê ya gelê me be.“
PUKmedia / Yeni Ozgur Politika
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20