Heyva Xwînê berbanga îro hilhat

kurdistani 10:14 AM - 2015-09-28
Heyva Xwînê berbanga îro hilhat

Heyva Xwînê berbanga îro hilhat

Berbanga îro duşemê 28/9/2015, Heyva bi rengê sor yan jî heyva xwînê hilhat.

Îro berbanga sibehê di demjimêr piştî 4an bi dema Mekayê, rengê heyvê vegeriya sor û ji cîhanê re bi wî rengî hilhat.

Ev bûyer weke zaniest şîrove dikin, ji ber ku Heyv ji hemû deman bêhtir ji Erdê ve nêzîk dibe û wê demê şewqa wê bihêztir dibe, beriya ku hêdî hêdî bibe nîvheyv û rûyê wê bi temamî were girtin, çê dibe.

Hêjayî gotinê ye ku va bûyerê berê 5 caran rû dayê di salên 1910, 1928, 1946, 1982 û rê pêşbînîkirin ku wê cara bê di sala 2033yan de çêbibe.

Gelên herdû parzemînên Emerîka, Ewripa, Afrîqa, Rojhilata Navîn û beşek ji Rojhilatê Asya heyva sor bi çavên xwe, bêyî pêwîstiya teleskopan, dîtin.  

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket