15. Desteya Giştî ya KNK’ê destpê kir

kurdistani 06:21 PM - 2015-09-25
15. Desteya Giştî ya KNK’ê destpê kir

15. Desteya Giştî ya KNK’ê destpê kir

15. Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê destpê kir. Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç gotin ku pêwîst e yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê.

15. Desteya Giştî ya KNK’ê li Brukselê bi tevlîbûna sedan endaman destpê kir. Di desteyê  di serî de ji Kurdistanê ji gelek navendên cîhanê 44 partiyên endamên KNK’ê jî di nav de bi sedan endam, partiyên çavdêr, rêxistin, nûnerên saziyan û mêvan amade bûn.

Endamê Konseya KNK’ê Zubeyir Aydar ku axaftina destpê kir, Hevserokên KNK’ê Tahir Kemalîzade û Nîlufer Koç jî beşdar silav kirin. YNK û Goran jî di nav de partî û rêxistinên ne endamên KNK’ê jî ku tevlî desteyê bûn, PDK tevlî hatibû dawetkirin jî ku tevlî nebû bal kişand.

Di Desteya Giştî de 4 zarayên Kurdî ku hat bikaranîn, heyetek li ser navê kantonên Rojava jî amade  bû.
Desteya Giştî wê  27’ê Îlonê bi dawî bibe. Di desteya ku wê 3 ojan bidome, wê hevserok, konseya rêveber û dîwana mezin ji nû ve bê hilbijartin. Di desteya îsal de wê “desteya dîwana navber” a ji 50 kesan bê avakirin. Di duyemîn û sêyemîn rojên desteyê de wê raporên xebatan bên xwendin. Axaftinên endaman bên guhdarkirin, rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd bên axaftin û deste bi hilbijartinê wê bi dawî bibe.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket