Buroya Siyasî ya YNK`ê pîrozbahiya Cejnê li her çar parçeyên Kurdistanê kir

kurdistani 03:01 PM - 2015-09-23
Buroya Siyasî ya YNK`ê pîrozbahiya Cejnê li her çar parçeyên Kurdistanê kir

Buroya Siyasî ya YNK`ê pîrozbahiya Cejnê li her çar parçeyên Kurdistanê kir

Bi boneya hatina Cejna Pîroz ya Qurbanê, ragihandina buroya siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê peyama pîrozbahiyê belav kir.

Naveroka peyama buroya siyasî ya YNK`ê wiha ye:

''Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, em germtirîn pîrozbahî li Muslimanan li her çar parçeyên Kurdistanê, û tavahiya Muslimanên Êraq û cîhanê dikin.

Em her wiha pîrozbahiyê li rêzdar Mam Celal jî dikin û hêviya tendurustiyeke baştir jêre dikin. Bi silaveke germ jî pîrozbahiyê arasteyî Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşerên çeperên hember şikandina terorîstên DAIŞ`ê dikin, ku ew qehreman parêzvanên ewlehiya Kurdistan û demokrasî û mirovahiyê ne. Serî jî li ber şehîdan ditewînin û pîrozbahiya Cejnê li hemû malbat û kesûkarên wan dikin.

Pîrozbahî li girityên zîndanan û kadir û endam û gelê dilsoz ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û tevahiya gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê jî dikin.

Hêvîdar in ev Cejn giyana lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên civakî û olî xurttir bike û yekrêziyê di nava hemû aliyên siyasî  û gelê Kurdistanê bihîztir bike, li hember hemû alozî û kirîz û metirsiyan û bidestxistina armanc û mafên rewa yên gelê me û hêviya xweşiyê ji hemûyan re.

Careke din Cejna we pîroz be û hemû rojên we aramî û bêxemî be.''

Ragihandina Buroya Siyasî 

Yekîtriya Niştîmanî ya Kurdistanê

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket