Kosret Resûl: Eger em yekgirtî bin, bê guman emê bibin xwedî dewlet

kurdistani 06:03 PM - 2015-09-21
Kosret Resûl: Eger em yekgirtî bin, bê guman emê bibin xwedî dewlet

Kosret Resûl: Eger em yekgirtî bin, bê guman emê bibin xwedî dewlet

Îro Duşemê 21-9-2015 li bajarê Silêmaniyê Kosret Resûl Elî cîgirê yekemê sekretêrê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê bi amadebûna Hakim Qadir Heme Can, Omer Fetah, Hîro Birahîm Ehmed , Şêx Ce`fer Şêx Mistefa endamên polîtburoya Yekîtî û Dilêr Seyid Mecîd û Mistefa Çawreş endamên serkirdayetiya YNKê  û Lahor Şêx Cengî berpirsê ajansa parastin û zaniyariyan digel hekmarek ji efser û piledaranê Pêşmerge civiya.

Di civînê de rewşa çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê û hewlên wan ji bo parastina axa Kurdistanê ji terorîstan hat gotûbêj kirin, bo  wê mebestê jî cîgirê yekemê giştî got: bi xweşhalî îro hêzên pêşmerge bi lehengî û bi çav ne tirs sînorên Kurdistanê diparêzin û bûne mezintirîn berbest ji   bo terorîstan.

Di beşeka din ji axavtinên xwe de Kosret Resûl got: sipasiya we dikim di rastiyê de we selmandiye ku hûn kurê Yekîtî û kurê Kurdin, ji roja we Kerkûk Qudsa Kurdistanê parastiye hûn cihê şanaziyê ne, bi navê Yekîtî sipasiya we dikim û hêvîdarim wek herdem fermandarên Yekîtî li çeperên pêş bin.

Ji aliyê xweve fermandarên Pêşmergeyan tekezî kirin liser berdewamiya xebatê bo parastina axa Kurdistanê.

Kosret Resûl got jî: daxwazê ji we dikim hêzên Kurd bin û bibin Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê, dewleta Kurdistanê dir ê deye, ez we dilniya dikim eger em yekgirtî bin û yekîtî rêza me biparêze û edaletê li nav xwe berqerar bikin, bidilniya dibin xwedî dewlet, jiber ku nexşê siyasiya cîhanê di guhertinê deye û eger em xwe kom bikin, em dikarin rabigihînin, eger na çi sûdekê jê wernagirin.

PUKmedia / PUKpb

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket