Li Sûdanê pîramîdên berî 4000 sal hatin vedîtin

kurdistani 05:34 PM - 2015-09-21
Li Sûdanê pîramîdên berî 4000 sal hatin vedîtin

Li Sûdanê pîramîdên berî 4000 sal hatin vedîtin

Şandeka lêkolînên dîrokî ya Birêtanî li welatê Sûdanê 16 pîramîd (ehram) vedîtin ku dîroka wan vedigere şaristaniya Kûş ya 2000 sal berî zayînê.

Rêvebirê mûzexane û şûwarên Sûdanê Ebdirihman Elî diyar kir ku ew vedîtin li herêma El Kûwe li milê rojhilat yê çemê Nîlê li bakurê Sûdanê pêk hat.

Elî da zanîn ku tîma Birêtanî bi hevkariya komeleya şûnwaran a Sûdanê, kavilên 16 pîramîdan dît, ku dîroka wan vedigere dawiya serdema xanedana Nebte û destpêka ya Miroyî, wek beşek ji şaristaniya Kûş ya beriya 4000 sal.

Rêvebirê mûzexane û şûwarên Sûdanê ji kanala Skynews re diyar kir ku ew pyramid ji kevirê lemê û heriyê hatine çêkirin û bilindahiya ya herî mezin ji wan digihêje 13 metran.

Di demên dawî de dîsa pyramid li bakurê Sûdanê  hatibûn vedîtin, û li gor wî berpirsî, Sûdan xwediyê hejmara herî mezin ê pîramîdan e û gelek jê di lîsteya çanda cîhanê de hatine tomarkirin. 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket