Salih Muslim bi Mesûd Barzanî re civiya

kurdistani 04:07 PM - 2015-09-16
 Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê M

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê M

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û nûnerên TEV-DEM’ê li Başûrê Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê Brett McGurk re civiyan. 

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, civîn duh sêşemê 15/9/2015 li bajarê Hewlêrê pêk hat. Di civînê alîkarê wezîrê derve yê Emerîka û alîkarê nûnerê taybet ê Barack Obama li Rojhilata Navîn Brett McGurk, çend berpirsên Emerîkî li Herêma Kurdistanê, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, Berpirsê Hêzên Parastinê yê Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuat Hisên,amade bûn.

Di derbarê mijarê de, alîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê McGurk li ser rûpela xwe ya Twîterê belav kir ku wan civînên girîng bi Serokê Herêmê û Serokê PYD re derbarê hevkariyên li dijî DAIŞ li dar xistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket