Li Mexmûrê balafirên Hevpeymaniyê gelek çete tev wesayîtan kirin armanc

kurdistani 11:40 AM - 2015-08-31
Li Mexmûrê balafirên Hevpeymaniyê gelek çete tev wesayîtan kirin armanc

Li Mexmûrê balafirên Hevpeymaniyê gelek çete tev wesayîtan kirin armanc

Balafirên Hevpeumana Navdewletî li sînorê Mexmûrê bingeheke DAIŞ ya mûşekan ku ji wir êrişî hêzên Pêşmerge dikirin, bombebaran kir, di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin.

Berpirsê komîteya Mexmûrê ya YNK`ê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku duh danê êvarê 30/8/2015 di dema êriş bi mûşekan li dijî Pêşmergeyan ji aliyê çeteyên DAIŞ ve li gundê Nesrî yê Mexmûrê dihate kirin, balafirên Hevpeymana Navdewletî ew bingeh kirin armanc, di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Gelalî diyar kir ku xweşbext e ti ziyan negihişte Pêşmergeyan. Her wiha da zanîn ku di heman demê de li gundê Selahiye balafiran komeke çeteyan bombebaran kir têde 6 otombîlên wan hatin rûxandin, ronî jî kir ku heya vê sibê balafirên Hevpeymaniyê bi li ezmanê navçeyê difiriyan.

Berpirsê komîteya Mexmûrê ya YNK pêde çû û got ku dîsa duh êvarê li gundê Zawiye ser bi navçeya Geyar jî dema ku çeteyan bi hejmarek mezin ji çek û teqemeniyan êriş dikir, balafiran ew bombebaran kirin û bêtirî 8`an jê kuştin.

PUKmedia / Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket