Kevir jî ji hovîtiya DAIŞ nafilitin!

kurdistani 11:18 AM - 2015-08-31
Kevir jî ji hovîtiya DAIŞ nafilitin!

Kevir jî ji hovîtiya DAIŞ nafilitin!

DAIŞ careke din êrişî şûnwarên dîrokî li bajarê Tedmur kir, vê care jî beşek mezin ji perestgeha Bel teqand.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, çekdarên DAIŞ roja yekşemê 30/8/2015 li Tedmurê perestgeha Romanî ya bi nabê Bel tê naskirin, beşek jê teqndin.

Derbarê ziyanê gihiştiyê perestgehê, ti agahî nehatin dayîn lê belê li gor niştecihên herêmê, ziyanek pir mezin gihaye wa avahiya dîrokî ji ber ku çekdaran gelek madeyên teqemeniyê xistin hundirê wê de.

Perestgeha Bel di despêka salên zayînê, diserdema Romanî de hatiye avakirin, û mebesta wê jî ayîna xwedawenda Semîtîk ya kevn (Bel) bû. Her wiha ji aliyê rêxistina UNESCO`yê ve yek ji şûnwarên herî girîng û bi nirx dihat pejirandin.

Beriya hefteyekê jî, çeteyên DAIŞ peresgeheke din teqandibûn, ew peresgeh bi navê Bal Şamîn bû, û yek ji avahiyên herî girîng û bi nirx li Sûriyê bû.

PUKmedia / Ajans

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket