Li Silopiyê dayîk û keça xwe rastî êrişên segvanan hatin

kurdistani 10:53 AM - 2015-08-31
Li Silopiyê dayîk û keça xwe rastî êrişên segvanan hatin

Li Silopiyê dayîk û keça xwe rastî êrişên segvanan hatin

Li navçeya Şirnex Silopiyê jinek û keça wê ya 14 salî, ku li ser banê mala xwe bûn, rastî êrîşa segvanên Tirk hatin. Di êrîşê de dayik Fatma Ay jiyana xwe ji dest da, keça wê bi navê Berfîn jî birîndar bû.

Li  navçeya Şirnex Silopiyayê, Fatma Ay a 55 salî û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê xaniyê xwe radizan, duh yekşemê nîvê şevê saet di 12:30 de ji aliyê segvanên li ser Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bi cih bûbûn, rastî êrişê hatin.

Segvanan di destpêkê de gule berdan Berfîn a 14 salî û li ser qîrîna keça xwe dayik Ay hişyar bû. Dayik Fatma Ay dema bi hawara keça xwe ve beziya, rastî êrîşa segvanan hat. Dayik Ay û keça wê bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Tevî hemû hewldanan dayik Ay jiyana xwe ji dest da. Berfîn a 14 salî jî, ku ji ber guleya li milê wê ket birîndar bû, piştî tedawiya destpêkê, sewqî Êlihê hat kirin.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket