Li Dêrsim, Wan û Qersê tevgerên Gerîla

kurdistani 10:16 AM - 2015-08-31
Li Dêrsim, Wan û Qersê tevgerên Gerîla

Li Dêrsim, Wan û Qersê tevgerên Gerîla

Hejmarek mezin ji hêzên Gerîla li navçeya Nazmiye ya Dêrsimê êrişî navendeke ewlehiyê kirin, piştî şerê nîv demjimêrê rû da, Gerîlayan ew navend xistin bin kontrola xwe.

Ajansên Tirkî ên nûçeyan di wê derbarê de nûçe belav kirin têde hate diyarkirin ku şeva çûyî di navbera Gerîla û hêzên ewlehiyê de li navçeya Nazmiye ser bi wîlayeta Dêrsimê ve de şer rû da, di encamê de Gerîlayan karîn navenda ewlehiyê control bikin.

Her wiha hate hînbûn ku di encama şerê rûdaye de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn. Li gor agahoyên hatine bidestxistin jî, hêzên artêş û polîsan ji navçeyê vekişiyane.

Ajansa DIHAyê jî ragihand ku duh di demjimêrên êvarê de li Wanê li dijî fermandariya jandarmayan a Bajêr, li Qersê jî li dijî qereqola gundê Kumbetliyê ji aliyê Gerîla ve çalakî hatin lidarxistin, encama van çalakiyan hê nehatiye zanîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket