Bi 2 wezîrên HDPyî, Yekem hikûmeta demkî li Tirkiyê hat avakirin

kurdistani 02:17 PM - 2015-08-30
Bi 2 wezîrên HDPyî, Yekem hikûmeta demkî li Tirkiyê hat avakirin

Bi 2 wezîrên HDPyî, Yekem hikûmeta demkî li Tirkiyê hat avakirin

Cara yekem di dîroka komara Tirkiyê de, hikûmeteke demkî ya hilbijartinan tê avakirin, piştî ku danûstandinên avakirina hikûmeteke koalîsyonî di navbera partiyan de bi ser neket.

Ajansa Cihan ya Tirkî roja şemiyê diyar kir ku encûmena wezîran ya demkî bi serokatiya Ehmed Dawûdoglu roja înê hate damezrandin. Her wiha da xuyakirin ku ev hikûmet dê karûbarên dewletê bimeşîne heya ku hilbijartinên pêşwext di 1ê mijdarê de tên lidarxistin.

Duh roja şemiyê serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu yê ku ji aliyê serokkomar Erdogan ve ji bo avakirina hikûmeta demkî hatiye destnîşankirin, lîsteya pergala wezaretan pêşkêş kir, Erdogan jî ew lîste pesend kir. Bi wê yekê ev yekem car e di dîroka komara Tirkiyê de ku hikûmeteke demkî tê avakirin.

Di hikûmeta demkî de 2 parlementerên HDP`ê cîh digirin. Li gor vê yekê di hikûmetê de yekem car 2 wezîrên partiyeke Kurdî cîh digirin.

Parlementerê HDP Elî Heyder Konca weke wezîrê karûbarên Yekîtiya Ewripayê hate destnîşankirin, parlementerê HDP`ê yê din jî bi navê Muslim Dogan postê wezîrê geşepêdanê wergirt.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket