Li Sirbiya 96 penaber ji ber belgeyên sexte hatin girtin

kurdistani 12:46 PM - 2015-08-30
96 penaber li Sirbiya hatin girtin

96 penaber li Sirbiya hatin girtin

Polîsên Sirbiya 96 penaber bi hinceta bikaranîna belgeyên sexte, li başûrê welêt desteser kirin.

Wezareta navxweyî ya Sirbiyayê daxuyaniyek ji çapemeniyê re ragihand, têde diyar kir ku penaberên ne rewa belgeyên sexte bi xwe re hildigirin, her wiha got ku piraniya wan penaberan ji welatên lê şer heye, wek Sûriyê û Afixanistanê ne.

Weke tê zanîn, rojane derdora 1000-2000 penaber ji Makadonya digihin Sirbiya, piştî ku di hefteya borî de hejmarek gelek mezin, derdora 8000 ketin nava Sirbiyayê.

Li gor belgeyên komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya penaberan, nêzî 180 hezar penaber ji destpêka îsal ve di Sirbiyayê re derbasî welatên din ên Ewripayê bûne. 

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket