Tirkiyê cara yekem bi Hevpeymaniyê re êrişî DAIŞ kir

kurdistani 11:32 AM - 2015-08-30
Tirkiyê cara yekem bi Hevpeymaniyê re êrişî DAIŞ kir

Tirkiyê cara yekem bi Hevpeymaniyê re êrişî DAIŞ kir

Wezareta derve ya Tirkiyê ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê cara yekem di bin siya Hevpeymana Navdewletî de li Sûriyê êrişî baragehên DAIŞ roja înê kirin.

Wezareta berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê roja şemiyê 29/8/2015 ragihand ku balafirên wan roja înê bi Hevoeymana Navdewletî re dest bi operasyonên ezmanî li dijî baragehên DAIŞ li Sûriyê kirin.

Balafiên Tirkiyê di roja 24 temûzê de êrişî navendên DAIŞ li bakurê Sûriyê kiribûn, lê belê ew gav ne di bin siya Hevpeymana Navdewletî de bûn.

Peyvdarê wezareta berevaniya Emerîka jî div ê derbarê de ew gava Tirkiyê bilind nirxand û diyar kir ku ew hêza Hevpeymaniyê li dijî DAIŞ xurtir dike.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket