Li Silopî û Kiziltepe 4 ciwan hatin şehîdkirin

kurdistani 10:32 AM - 2015-08-30
Li Silopî û Kiziltepe 4 ciwan hatin şehîdkirin

Li Silopî û Kiziltepe 4 ciwan hatin şehîdkirin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê 3 ciwan  ji aliyê polîsan ve di malekê de hatin dorpêçkirin û pişt re hatin kuştin..

 Ajansa DIHAyî diyar kir ku li taxa Kobanê ya Silopiyê 3 ciwanan di demjimêrên şevê de xwe spartin malekê û ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsên derdorên malê girtin pişt re êrîş li ciwanan kir.

DIHAyê da zanîn ku êrişa polîsan li dora malê heya demjimêr 6ê sibehê berdewam kir  û di encamê de 3 ciwan hatin qetilkirin, navên wan hêj nayê zanîn û cenazeyên wan ji aliyê polîsan ve ji malê hatin girtin û birin Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Beriya 2 şevan jî li navçeya Kızıltepe ya Mêrdînê di encama teqînekê de 15 kes, 8 jê polîs birîndar bibûn. Piştî teqînê tîmên taybet ên Tirk gule li wesayîteke sivîlan barandin, di encamê de zarokê 16 salî Mazlûm Turan bi giranî birîndar bû piştre jiyana xwe jidest da.

Komîsyona mafê mirovan ya HDP`ê derbarê bûyerên piştî hilbijartinên 7ê hezîranê, ziyanên mirovî, girtina kesan û êrişên li dijî avahiyên HDP`ê de raporek eşkere kir.
Di rapora komîsyona HDP`ê de hate diyarkirin ku di navbera 17ê hezîranê û 26 tebaxê de, 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket