Aliyên siyasî îro civîneke cuda li dar dixin..Hat nûkirin

kurdistani 09:56 AM - 2015-08-30
Aliyên siyasî li yên Herêm îro civîneke cuda li dar dixin

Aliyên siyasî li yên Herêm îro civîneke cuda li dar dixin

Endamekî şandeya YNK`ê ku di civînên pênc-alî de beşdariyê dike, ragihand ku îro yekşemê 30/8/2015 careke din her pênc aliyên siyasî kom dibin.

Endamê şandeya YNK`ê di civînên pênc-alî de Se'idî Ehmed Pîre ji PUKmedia`yê re ragihand ku biryar e îro di demjimêr 11'ê sibê de li hola Se'id Ebdilla li Hewlêrê her pênc aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê careke din di li ser pirsa serokatiyê civînê li dar bixin.

Ehmed Pîre her wiha diyar kir ku civîna îro ji yên pêştir cudatir e, ji ber ku nûnerên aliyên din , tevî komîteyeke yasayî jî dê beşdar bibin.

Her wiha hate zanîn ku şandeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK ji her yek ji Seidî Ehmed Pîre, Qûbad Talabanî, Ferîd Esesed û Rêwas Fayiq, pêk tê.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket