Kantonên Rojava êrîşên ser Bakûrê Kurdistanê şermezarkir

kurdistani 12:13 PM - 2015-08-29
Kantonên Rojava êrîşên ser Bakûrê Kurdistanê şermezarkir

Kantonên Rojava êrîşên ser Bakûrê Kurdistanê şermezarkir

Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveberên sê kantonên Rojava bi daxuyaniyekê komkujiyên AKP’ê yên li dijî gelê kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku hesabê komkujiyan ji Erdogan bixwaze.

Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveberên sê kantonên Rojava têkildarî êrîşên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û qetilkirina sivîlan daxuyaniyek niviskî weşand.

Daxuyaniya Kordînasyonê wihaye:

“Hikûmeta AKP’ê siyaseta xwe ya dijberiya îradeya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê dimomîne, hewildanên wî yên derxistina tevliheviyê ya di navber hemû pêkhateyan bê navber dom dike. AKP’ê di rojên dawî de dest hemleya kuştina û girtina hezaran welatiyên sivîl ku ji jin, zarok û kiriye û li bajarên Gever, Cizîr, Şîrnex û hin bajarên din ên Bakurê Kurdistanê êrîşî gel kir.

Ev kiryarên dewleta Tirkiyê ya hovane zihniyeta wan a tunekirin û şovenista ya AKP’ê û têkçûna planên wan ên li Rojava derdixe holê. Em wekî Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên sê kantonên Rojava êrîşên tunekirinê yên rêjîma Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyê dikin ku zextê li AKP’ê bikin da ku dawî li kiryarên xwe yên hovane bîne û dest ji piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û vegerin pêvajoya aştîtiyê.

Em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin  piştgiriyê bidin gelê Bakurê Kurdistanê û hesap ji AKP’ê ya komkujiyan pêk tîne û  di dadgehên navnetewî de bên dadgeh kirin.

Em sersaxiyê ji malbatên Şehîdên ku bi destê artêş û polîsên Tirkiyê hatin qetil kirin dixwazin û şîfayê ji birîndaran re hêvî dikin.”


PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket