Belgefîlma berxwedana Kobanê, Veysî Altay

kurdistani 10:24 AM - 2015-08-28
Belgefîlma berxwedana Kobanê, Veysî Altay

Belgefîlma berxwedana Kobanê, Veysî Altay

Derhêner Veysî Altay ê ku dema berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê bû dîmenên ku di dema pevçûnên herî dijwar de kişandiye û hevpeyvîn kiriye, bi navê "Nû Jîn" kir belgefîlm.

Berxwedana Kobanê bi belgefîlmê ve derdikeve pêşberî sînemahezan. Derhêner Veysî Altay ê ku dema pevçûnên dijwar de li Kobanê bû bi dîmenên kişandiye û hevpeyvînên kiriye bi piştgiriya Yapim 13, Komeleya Sînemayê ya Ortadogu û Mezopotamya Sînemayê ve kir belgefîlm.
 Di belgefîlma 45 deqîqeyan de 3 şervanên YPJ û şervanekî YPG'ê kerekterên esasî pêk tînin. Belgefîlma bi navê "Nû Jîn" bi dirûşma "Jin jiyan e, jiyan berxwedane, berxwedan Kobanê ye" ve jiyana şervanên YPJ'ê Elîf Kobanê, Viyan Peyman û Arjîn ên di nava şer de vedibêje.

"Nû Jîn" dê di 3'yê Îlonê de li Navenda Çandê a Şîşliyê saet di 19.30'an de bê pêşandan.

Altay bang li hunermendan kir û wiha got: "Kobanê eleqeya ku heq dike nedît lê divê bibe navenda eleqeya hunermendan. Ji ber ku li wir hemû şop hene." Altay anî ziman ku heta niha filmên ku zilma dewletê dike mijar kişandiye yê vê carê berxwedana gel kiriye mijar û ev yek jî Nû Jînê ji fîlmên din cudatir dike.

PUKmedia / DIHA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket