Demirtaş bi serokê Awûstryayê re hevdîtin pêk anî

kurdistani 11:37 AM - 2015-08-27
Demirtaş bi serokê Austryayê re hevdîtin pêk anî

Demirtaş bi serokê Austryayê re hevdîtin pêk anî

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Ewripayê Hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş, tevî heyeta pêre beşdar , bi Serokkomarê Awûstryayê Heinz Fischer re hevdîtin pêk anî.

Hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş û heyeta pêre beşdar, pêk hatî ji heverokê DBP Kamuran Yüksek, nûnerê HDP li Ewripa Eyyüp Doru, berpirsê karûbarên derve û alîkarê Demirtaş Nazmi Gür, duh roja çarşemê li paytexta Austrya Viyanayê hevdîtinên fermî pêk anîn.

Beriya serdana xwe bo Ewripayê, Demirtaş di kongireyeke rojnamevanî de ragihand ku ew ê di çarçoveya serdana xwe de li gel serokê Awûstryayê hevdîtinê bike û wê serdana çend welatên din ên Ewripayê jî bike, û wê ji bo amadekariyên hemleya hilbijartinên Tirkiyê ên pêşwext di gel alîgirên partiya xwe li Almanya jî kom bibe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket