Li Kantona Cizîrê hemleya ''Na ji bo zewaca temenê biçûk''

kurdistani 04:13 PM - 2015-08-26
Li Kantona Cizîrê hemleya ''Na ji bo zewaca temenê biçûk''

Li Kantona Cizîrê hemleya ''Na ji bo zewaca temenê biçûk''

 Desteya Ciwanan û Sporê ya kantona Cizîrê dest bi hemleya “na ji zewaca temenê biçûk” kir.
Di demên dawî de li kantona Cizîrê bûyerên zewicandina jinên temenê wan ji18 salan biçûktir zêde bûne, Desteya Ciwanan û Sporê bi armanca bûyerên bi vî rengî kêm bike û rê li pêşiya wan bigire hemleya “na ji zewaca temenê biçûk” da destpêkirin. Hemleya Desteyê di 18’ê tebaxê li bajarê Amûdê hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya hemleyê de belavok li welatiyan hatin belavkirin û nivîs li dîwaran, her wiha deverên giştî hatin xistin. Hemle dê heta 4’ê îlonê li hemû bajarên kantona Cizîrê bêne lidarxistin.
Desteyê hemle îro li bajarê Qamişlo darxist û belavok li welatiyan belavkirin, her wiha diruşme li dîwaran û li deverên giştî hatin xistin.
Endama rêveber a kar û barê ciwanan a Desteya Ciwanan û Sporê Hêva Îbrehîm diyar kir ku hemleya wan bi armanca dawî anîna li zewicandina di temenên biçûk de ye.
Her wiha ev hemle li seranserî bajarên Cizîrê wê heya 4’ê îlonê bidome.

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket