Dêrik; Encûmena Aborî a jinên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin

kurdistani 01:43 PM - 2015-08-26
Dêrik; Encûmena Aborî a jinên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin

Dêrik; Encûmena Aborî a jinên Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin

Rêxistina Yekîtiya Star di civînê de meclîsa aborî ya jinên herêma Dêrikê ava kirin. Meclîsa Aborî Jinan ji 15 kesan pêk tê.

Rêxistina Yekîtiya Star bi armanca avakirina Meclîsa Aborî ya Jinan a herêma Dêrikê civînek lidar xist. Civîn bi beşdarbûn dehan jinên ji hemû herêmên Dêrikê li navenda çand û hunerê ya Dicle dest pê kir.

Paşê Endama Rêveber a Yekîtiya Star Delal Efrîn axivî û sîstema desthiladariya mêr bibîr xist û destnîşan kir ku di nava dîrokê de îradeya jinan bin pê kir û wiha got: “Tevlî ku jin bingeha aboriya civakê ava dikir, lê niha bi temamî hatiye paşguhkirin. Avakirina Melcîsa Aborî ya jinan dê roleke mezin di xwerêveberiya jinan de bileyîze.”

Efrîn, her wiha bal kişand ser aboriya Rojava û dewlemendiya wê û ev tişt anî ziman: “Rojava bi çandinî û berhemên xwe yên bin erde dewlemende, lê rêjîma Baas rê ne da ku gelê herêmê ji dewlemandiya xwe sûd werbigirin. Niha dem hatiye ku gelê herêmê ji dewlemendiya ser erd û bin erd a welatê xwe feyde bikin. Divê bingeha aboriya taybat biçe û aboriya civakî bê pêşxistin. Her wiha pêwîste rola jinan a di dema neoletîkê de bê vejandin.”

Di civînê de hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Dicle Hemo axivî û bal kişand ser rola jinan a di Rojava de û ev tişt anî ziman: “Jinên Rojava bûne mînak di hemû cîhanê de. Jinan ispat kiriye ku dikarin di hemû aliyên jiyanê de xwe bi rê ve bibin.”

Hemo her wiha gelek projeyên jinan pêşniyar kirin û destnîşan kir ku proje têne lêkolînkirin û bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a dibêje “Axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe bikin komîn” bi dawî kir.

Piştî axaftinan beşarên civînê nîqaş kirin û meclîs û çawaniya pêşxisitina aboriya jinan di herêmê de nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan 15 jin wekî Meclîsa Aborî ya jinan a herêma Dêrikê hatin hilbijartin. Jinên hatine hilbijartin soz dan ku dê bi hemû hêza xwe ji bo pêşxistina aboriya jinan kar û xebatan bimeşînin.

Jinan bi diruşmeyan dawî li civîna xwe anîn.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket