TEV-ÇAND hemleyeke semîner û şahiyan dide destpêkirin

kurdistani 11:20 AM - 2015-08-25
.

.

Rêveberê Tevgera Çand û Huner a Til Temir Ciwan DAwud diyar kir ku ji bo danasîna gel bi çand û hner wan wan, her wiha jiyankirina sîstema Komînal hemleyeke semîneran û şahiyan bi hevkariya komînan organîze bikin.

Di hevdîtineke taybet bi ANHA‘yê re Rêveberê Tevgera Çand û Hner a bajarê Til Temirê Ciwan Dawud derbarê hemleya  ku îro destpê dike axavî û got ku armanca wan ji vê hemelyê ew e ku welatiyan bi çanda wan a kubi salan ji aliyê hêzên desthilatdar rastî qirkirinê ve hatiyê bidin naskirin û wiha dom kir:” Me dît ku weke weke Tevgera Çand û Huner pêwîste ku gelê kurd û hemû  gelên din ku bi hezarên salan li ser vê axê jiyan dikin bi rastiya çand û hunera wan heqîqeta şaresatniya wan bidin naskirin. Ji bo vê jî me gelek çalakî dane pêşiya xwe, di riya danîna semîneran û şahiyan. Me xwest hemleya xwe bi danîna semîneran ji bo welatiyan bi hevkariya komînên taxan.”

Dawud destnîşan kir ku di riya wan semîneran re dê hewl bidin jiyankirina sîstema komînal belav bikin û ev tişt anî ziman: “Ji bo em hinekî li ser gelê herêmê sivik bikin, piştî semînerên me bi dawî bûn em ê şahiyan lidar bixin. çalakî dê li bajar û gundên derworê yên pêkhateyên ereb û asur werin lidarxistin. Ji her pêkhateyêkê semîner li ser çand û hunera wan dê werin danîn. Hemle dê dewan bike heta li hemû tax û gundan werin dayîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Ciwan Dawud ji welatiyan xwest ku bi çand û huner xwe di nava jiyaneke komînal de jiyan bikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket