Dadgeha DAIŞ ya Tileferê bû ermanca balafirên Hevpeymanan

kurdistani 02:01 PM - 2015-08-24
Dadgeha DAIŞ ya Tileferê bû ermanca balafirên Hevpeymanan

Dadgeha DAIŞ ya Tileferê bû ermanca balafirên Hevpeymanan

Çavkaniyên herêmî ji parêzgeha Nînewa îro roja duşemê ragihandin ku balafirên Hevpeymana Nevdewletî îro danê sibehê Dadgeha Şeri'î ya DAIŞ`ê li Tileferê bombebaran kirin, di encamê de gelek endamên DAIŞ hatin kuştin, dadgeh jî bi temamî hate hilweşandin.

Berpirsê ragihandina navenda rêxistinên YNK`ê li wir Xiyas Sûrçî agahî da PUKmedia, ku balafirên Hevpeymana Navdewletî bi rêveberiya Emerîkayê îro Dadgeha Şeri'î ya DAIŞ`ê li taxa Al-Saray li Tileferê bombebaran kirin. Sûrçî xuya kir ku di encama bombebaranê de 12 endamên DAIŞ, tevî fermandarekî payebilind, hatin kuştin.

Xiyas Sûrçî di berdewama daxuyandina xwe de diyar kir ku dadgerê şeri'î yê bi navê Haşim Selam Haşim ê Dadgeha Tileferê hate kuştin. Her wiha got ku  ew dadger bi hovîtiya fermanên xwe dihate naskirin, bi taybetî li dijî endamên artêş û asayîşa herêmî û bibû sedema kuştina bi dehan ji gelê bajêr ên bêzar.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket